Norveçê 2 jin û 3 zarok wergirtin

Pêncşem 30 Adar 2023 - 03:21

Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞʹê radestî şandeya Norveçê kirin. Şandeya Norveçê jî sipasiya Rêveberiya Xweser kir û da zanîn ku Norveç wê piştevaniya mirovî ya bi Sûriye, bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bidomîne.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şandeyek ji Norwêcê bi serokatiya berpirsê karûbarên balyozxaneya Norwêcê ya li Bexdayê Eric Husam serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robel Beho, Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û Nûnera YPJʹê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de rewşa siyasî, mirovî, ewlehî û aborî ya li herêmê hat nirxandin û hate gotin, divê aloziya Sûriyeyê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254ʹan were çareserkirin.

Robel Beho got, “Rêveberiya Xweser diyalogên nîştimanî yên Sûriyê wekî bingeha pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê û çareseriya siyasî ya adilane dipejirîne. Her wiha çareserkirina aloziyê û parastina yekitiya Sûriyeyê bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk dibîne.”

 

Divê guhertina demografiya raweste

Robel Beho bang li civata navneteweyî kir da ku sûcên li herêmên dagirkirî û guhertina demografîk bê rawestandin.

Eric Husam malavahiya Rêveberiya Xweser kir û got, “Norwêc ji nêzîk ve rewşa siyasî û mirovî ya zehmet li herêmê dişopîne.” Wî her wiha diyar kir ku welatê wî wê piştevaniya insanî ya bi Sûriye re, bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bidomîne. Di dawiya hevdîtinê de Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞʹî li gorî belgeya fermî radestî dewleta Norwêcê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.