Nobet bi dawî bû wê bimeşin Gemlikê 

Şemî 4 Sibat 2023 - 00:11

Nobeta Edaletê ya wekîlên HDP’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 32'an de bidawî bû. Parlamenter Sarûhan Olûç, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alî Kenanoglû, Mûazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz tevlî nobetê bûn. 

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li nobetê axivî û got; "Nobeta edaletê ku 21'ê Kanûna 2022'an bi meşa ji Meclîsê ber bi Wezareta Edaletê ve me dan destpêkirin, îro di roja 32'an de ye. Em îro nobetê bi dawî dikin. Sedema vê çalakiyê jî weke ku herkes zane tecrîda giran a li Îmraliyê ye. Bi çalakiyê me xwest ku Wezareta Edaletê dawî li bêdengiya xwe bîne. Li Îmraliyê demeke dirêj e tecrîd dewam dike û ev tecrîd bi rastî jî bandora xwe li tevahiya Tirkiyeyê û qada navneteweyî kiriye. Li cîhanê mînakeke bi vî rengî nîne."

Sarûhan Olûç destnîşan kir ku tecrîd weke parçeyek ji polîtîkaya desthilatdariyê ya ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd û destketiyên demokratîk tê meşandin.

Olûç anî ziman ku ew piştî roja 32'an nobeta edaletê bi dawî dikin û got, "Ji 6'ê Sibatê û pê ve em ê dest bi meşa 'Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin' dikin ku wê ji Gever û Qoserê destpê bike. Ji ber ku divê ev kiryara nehiqûqî tavilê bi dawî bibe û hevdîtin bê kirin. Em careke din bang li Wezareta Edaletê dikin, bikin ku hiqûq bê bicihanîn, bersivê bidin serlêdanan, bikin ku parêzer karibin hevdîtinê bikin. Destûrê bidin ku parêzerên 4 hikumxwarên li Îmraliyê karibin hevdîtinê bikin."

ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.