Nizane kurê wê sax e yan mirî ye

Çarşem 1 Sibat 2023 - 09:50

Rêber Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25’ê adara 2021’an ve jî ji Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin tu xeber nayên girtin. Herî dawî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 4'ê çileyê de serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtinê bersivandibû û gotibû cardin cezayê dîsiplînê hatiye birrîn û ji ber vê 3 mehan biryara qedexekirina hevdîtinê hatiye dayîn.
 
Haya min ji wî tine ye

Dayîka Veysî Aktaş, Faîke Aktaşê nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî da û bi bîr xist ku lawê wê 28 sal in di girtîgehê de ye. Faîke Aktaş da zanîn ku ev 8 sal in wê kurê xwe qet nedîtî ye û  got: “Bi riya telefonê jî em ne axaftin e. Ev bû du meh bavê wî çûye rehmetê. Me serlêdan kir ku lawê min were tev li şîna bavê xwe bibe lê nehiştin. Derbarê Veysî de tu agahiyan jî nadin me. Berî ku bibin Girava Îmraliyê telefon dikir, du, sê mehan carekê ez diçûm min didît. Piştî birine Girava Îmraliyê min kurê xwe nedîtî ye. Niha qet haya min ji kurê min nîne.  Mirî ye, sax e em nizanîn.”

Aktaşê daxwaza aştiyê kir û ev tişt got: “Em aştiyê dixwazin. Ez dixwazim kurê min were berdan û ez wî bibînim. Em şer naxwazin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.