Nivîsandin berxwedan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Çile 2025 - 00:35

  • Nivîskar Mûsa Şanak ê ku 30 salî di girtîgehê ma bal bir ser keda nivîskarên li zindanan û got; “Di zindanan de dîlên azad tim xwe perwerde dikin, tim dixwînin. Serê xwe bi pirsgirekên civakî diêşînin. Di bin dorpêçkirin û tecrîdê de dinivisînin û diafirînin. Her yek xwedî tecribeyeka cuda ye. Dîlen azad nivîsandinê wekî şêweyaka berxwedanê dibînin. Li zindanê nivîsandin berxwedan e.”

ROZA METÎNA / AMED 

Nivîskar Mûsa Şanak ê ku ji ber doza xwe ya kurdî 30 salî di girtîgehê de ma şûnde gihaşt azadiya xwe bal bir ser çîroka nivîsandina xwe her wiha qala şertên dijwar ên nivîsandinê yên li zindanan û naveroka berhemên li zindanan kir. 

Mûsa Şanak di destpêkê de bal bir ser çîroka destpêka nivîsandina xwe û got; “Min li gund dibistana seretayî xwend. Pişt re jî min di Dibistana Mamostetîyê ya Şevînî ya Agrayê de dest bi dibistana navîn kir. Navîn û ya amadehîyê bi hev ra û şeş sal bûn. Cara pêşîn bû ku ji gund derdiketim. Cîhekî pir cuda bû. Min xwe pir xerîb û bi tenê hîs dikir. Çend hemşerîyê min hebûn, danûstandina min bi wan ra bi sînor bû. Ziman û çand bi tirkî bû. Min pir bêrîya gundê xwe, bi taybetî jî bêrîya dayika xwe û hevalên xwe dikir. Şev heta ku min gund di xeyalê xwe da zindî nekiribaya di xew ra nediçûm. Û her sibe li cîhekî bîyanî şîyar dibûm. Ez dikarim bibêjim ku vê bêrîya kûr a li xerîbîyê û wê tenêtîyê berê min da nivîsê. Min ji dêya xwe re name dinivisîn. Di nameyan da min bêrîya xwe bi hevokên xweşik ên helbestane dianî zimên. Ziman bi tirkî bû. Tirkîya min jî zêde ne xurt bû. Hestên min kûr bûn û lazim bû ku ez bi kêm peyvan pir tiştan bînim zimên. Vê jî bi demê re rê li ber vegotinek helbestî vekir. Xalek din jî heye ku min ew paşê, ango bi demê ra ferq kir. Di dema zaroktîya min da dengbêjekî bi navê Exmedê Xanê hebû. Kurmetê bavê min bû. Ji Keklîgê bû. Di salê de çend caran dihat gundê me û her carê bi qasî hefteyekê dima û şevbihurk li dar dixistin. Di bin bandora wî de min jî hewl dida ku bi dengbêjî kilaman bibêjim. Li ber karikan min xwe diceriband. Lê min ferq kir ku ez ne yê vî karî me. Bi demê ra vegotina nivîskî ketibû şûna vê yekê. Bi vê wesîleyê ez wî dengbêjê zarokatîya xwe jî bi dilgermî bi bîr tînim. Bi kurt û kurmancî di destpêk û bingeha nivîskarîya min de bêrîkirina li xerîbîyê heye. Û çi nakokî ye ku destpêk bi tirkî ye. Ango bi zimanekî bîyanî ye…“

Bi nameyê dest bi nivîsê kir

Mûsa Şanak di dewamiya vegotina çîroka destpêka nivîsandina xwe de got; “Li jorê jî gotibû, di sêrî de min bi nameyê dest bi nivîsê kir. Di nameyan de min bi tirkî xweşgotinî dinivisîn. Çarînên wihakî dinivisîn. Mebesta min ew bû ku ez kela dilê xwe daxînim û dilê dayika xwe şad bikim. Lê zimanê min ê nivîsê bi tirkî bû û wê bi tirkî nedizanî. Loma jî wê destê xwe li ser kaxizê dida xêzkirin û ji min jî dixwest ku ez destê xwe xêz bikim û jê re bişînim. Ango risteyên min ên zarokane yên bi tirkî di guhên wê de nediçûn xwar. Mixabin wê çaxê ez ne di haya vê yekê da bûm jî… Min bi destnameyan xwe digîhand wê.”

Li zindanê nivîsandin berxwedan e 

Mûsa Şanak da zanîn nivîskarên li zindanan tevî tecrîda li ser wan jî dinivîsin û wiha dewam kirDi zindanan de dîlên azad tim xwe perwerde dikin, tim dixwînin. Serê xwe bi pirsgirekên civakî diêşînin. Di bin dorpêçkirin û tecrîdê de dinivisînin û diafirînin. Her yek xwedî tecribeyeka cuda ye. Tekane rêya parvekirin û xwegîhandina civakê jî nivîsandin e. Şert û merc dîlan mecbûrê nivîsandinê dikin. Her ku meriv dinivîse jî afirînerîyek bi pêş dikeve. Dîlen azad nivîsandinê wekî şêweyaka berxwedanê dibînin. Li zindanê nivîsandin berxwedan e. Bi saya wê tenduristiya xwe ya hişî, derûnî û fizîkî diparêzin. Bi saya wê hêvîya jiyanê xurttir dikin. Bi saya wê xwe diguherînin û di guherîn û veguherîna civakê da jî dibin xwedî rol û rist…”

Lêgerîna xwebûnê ya li zindanê

Mûsa Şanak di heman demê de qala naveroka berhemên ji zindanan derketine jî kir û wiha pê de çû; “Dîlên azad ên ku helbest, çîrok, cerebe an jî romanan dinivisînin xwe bi mijarekê ve bi sînor nakin. Ew di heman demê da lêkolîner in. Serê xwe bi her mijara ku têkilîya wê bi jiyana civakî re heye diêşînin. Loma jî di berhemên xwe de cih didin hemû mijarên wekî civak, xweza, dîrok, felsefe, ol, mîtolojî, zayendîya civakî, evîn û hwd. Ji xwe ew bi çavekî dîyalektîk li her tiştî dinerin. Têkilîyên di navbera heyîn û gerdûnê de jî bi nêzikatîyek wiha dadihûrînin û dikin mijara nivîsê.  Mebest xwegîhandina heqîqetê, avakirina xwebûnîyê û vegotin û parvekirina vê tecribeyê ye. Di zindanê de afirînerîya wêjeyî bi giranî wekî pêvajoya lixwegerîn, lixwevegerîn, xwenasîn û danasînê bi pêş dikeve. Lêgerînek xwebûnîyê ye. Nivîskar rêwîyek e.”

Gelek berhem hatin windakirin

Mûsa Şanak da zanîn nivîsandina berheman a li zindanê ji ber şertên dijwar, zehmet bû û li ser vê rewşê jî hestên xwe wiha anîn ziman; “Di zindanan de mijara berhemê ne li gorî dilê desthilatdarîyê bûya berhem dihat desteserkirin û di derbara wê de biryara tinekirinê dihat dayîn. Her tişt bi destan dihat nivîsandin. Her berhem bi kedek mezin dihat amadekirin. Lê ragihandina der pir bi zehmet bû. Gelek berhemên hatine desteserkirin û hatine wendakirin hene. Lê dema berhem bi kurdî bûya, bi kurmancî yan jî kirmanckîzazakî bûya astengî zêdetir dibûn. Berhem di lêgerînan de dihatin desteserkirin. Bi salan nameyên kurdî jî nedihatin şandin. Bi hincetên cuda tim astengî derdixistin. Ji bo meriv bikare bi zimanê xwe binivîse berî her tiştî lazim bû ku hînî zimanê xwe bibe. Lê di gelek zindanan da pirtûkên kurdî qedexe bûn. Derfetên heyî pir kêm bûn. Hevalên ku bi kurdî dinivisîn bi rastî jî bi derzîyê bîr dikolandin.”

Ked û berdêla ji bo Kurdî

Mûsa Şanak da zanîn ji bo mafê derketina berhemên xwe nivîskarên li zindanan gelekî li berxwe dane û wiha dewam kir; “Ji bo ji navê rakirina astengîyan bi gelemperî me serî li rêyên hiqûqî dida. Gelek serîlêdanên me çûn ber destê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û wê ji Tirkîyeyê parastin xwest. Ji xêncî vê me çalakîyên cur bi cur ên wekî birçîbûnê û hwd. jî pêk dianîn. Ji hildan û şandina her name û nivîsarek kurdî ked û berdêlek mezin hatîye dayîn. Mixabin ew keda wan jî baş nedihat fêmkirin û nedihat nirxandin.”

Ji Tirkî ber bi nivîsandina Kurdî

Mûsa Şanak da zanîn ku wî heta demekê bi Tirkî nivîsandiye lê piştî salên dirêj ên di hepse de li Kurdî vegeriyaye û vê serpêhatiya xwe jî bi van hestan rave kir; “Heta sala 1991'ê min tenê bi tirkî dinivisî. Ji wir û pê de hewldana min a lixwevegerînê hebe jî qels bû. Loma heta sala 2008'an jî zimanê min ê sereke tirkî bû. Deh-bîst heb dosyayên min ên bi tirkî hebin jî min ew bi zanebûn nedan çapkirin. Ji 2008'an û pê de min dev ji tirkî berda û çend salan li ser rêziman û rastnivisîna kurdî ya kurmancî xebitîm. Jê û pê de min bi dehan dosyayên bi kurmancî nivisîn û şandin derve. Min ji bo zarokan kovarek fanzîn a bi navê WIHAKÎ amade kir. Bi temamî 24 hejmar… Piştî wê min kovarek tematîk a fanzîn a bi navê DILOP amade kir. Şaş nebim ji çilî zêdetir hejmarên wê çêbûn. Ew giş niha di arşîva min de ne. Bi giranî helbestên wihakî ne. Lê kêm be jî cerebe, çîrok, gotar û lêkolînên min ên bi kurmancî jî hene.”

Berhemên zindaniyan qîmetê nabînin!

Mûsa Şanak herî dawî banga xwedîderketina li berhemên zindanan kir û got; “Nivîskar di zindanê de ne. Lê hişê wan li ser derve ye. Perperoka şînok a di hinava wan da tim ber bi derve difire. Bi bedena xwe dîl, lê bi hiş û dilê xwe azad in. Di berhemên wan da tovên jîyana nû hene. Berhemên wan nîşaneya lêgerînên azadî, aştî û demokrasîyê ne. Hêvîder in. Mixabin ew berhemên wan ên ku bi ked û berxwedaneke mezin hatine afirandin bi qasî ku heq dikin qîmetê nabînin. Baş nayên nirxandin û nayên çapkirin. Giş destnivîs in û derfeta wan nîn e ku wan derbasî kompîtorê bikin. Ji bo vê jî carinan tonek pere ji wan tê xwestin. Bi ya min lazim e ku ji bo nirxandin û çapkirina wan mekanîzma û derfet bên avakirin. Gelek derdor li ser navê wan projeyan amade dikin, ji keda wan sûdê werdigirin; lê ji wan jî heqê çapkirinê û hwd. dixwazin. Ji ber ku ew dilpak in û her kesî wek xwe dizanin hin derdor vê bi rengekî xirab bi kar tînin. Nivîskarên di zindanê da, yên ku piştî dehan salan derketine him mexdûrê pergalê ne, him jî yê vê nêzikatîya navborî ne.  Hêvî dikim ku ev yek were dîtin û were sererastkirin. Hêvî dikim ku berhemên wan bi qasî ku heq dikin qîmetê bibînin. Jixwe wan çi afirandibe ji bo civakê afirandiye. Divê ew bigîhêjin cîhê xwe. Nedayina qîmetê ya ji bo berhemên wan û liholêhiştina wan berheman jî cureyeka tecrîdê ye. Divê em vê tecrîda li ser nivîskarên li zindanan bi dawî bikin. Divê em wê qîmeta ku didin berhemên bi tirkî, bidin ên Kurdî.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.