Bi ‘Koma Kurdistan’ Kurdî parastin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Îlon 2025 - 15:45

  • Endama “Koma Kurdistan”Dîlber Wekîl behsa ava kirina komê kir. Ev koma ku di sala 1978’an de li bajarê Krasnadarê ava bûye ji sê xwişkan ava bûye. Wan bi vê komê û stranên gelerî xwestiye li koçberiyê çand û hunera Kurdî vejînin û stranên ku ji malbatê fêr bûne nedane jibîrkirin.

Dîroka Kurdan ev sedsal in ku bi tekoşîn, berxwedanê dagirtiye û di nav de jî koçberî. Her kesek û malbatek di vê tekoşîna xwebûne de xwedî çîrok û serpêhatiyekê ye. Yek ji wan malbatan jî malbata sê xwuşkên bi navê Dîlber, Temo û Şemamê ye. Di sala 1926’an de ji bajarê Wan’ê koçberê Ermenîstanê dibin. Ji wir jî di sala 1989’an de di dema şerê Ermenîstanê de koçberî Rusya, bajarê Krasnadarê bûne. Lê serpêhatiya wan ne tenê bi koçberiyê derbas bûye. Di nav van salên direj û koçberiyê de jî her tim tekoşîn û berxwedana parastina çand û zimanê xwe kirine.

Weke malbat sedemên koçberî û qirkirina çandê dizanîn û li hember vê jî rihê welatparêzeriya xwe parastine. Ji bo çand û zimanê Kurdî tine nebe, her tim were jiyan kirin, xebatên xwe yên çandî berdewam kirine û parastine. Ev her sê xwişk di sala 1978’an de di yekem koma kurdî ya bi navê “Koma Kurdistan”ê de cih girtine. Di wan salên ku bilêvkirina navê kurdayetiyê jî dibû berdêla jiyanê, ev kom ava kirine û tenê bi hest û ruhê welatparêziyê

vê komê pêş xistine. Armanca wan ji vê yekê ew bû ku çand û zimanê Kurdî li xerîbî û koçberiyê jî neyê jibîrkirin. Her sê xwişk sedemên ava kirina komê û xebatên xwe yên di vî warî de anîn ziman.

Bi malbatî ‘Koma Kurdistan’ ava dikin

Yek ji her sê xwişkan û endama Koma Kurdistan Dîlber Wekîl bi vî awayî behsa avakirina komê û tevlîbûna xwe ji bo xebatên Radyoya Yerîvanê dike; “Em di sala 1989’an de ji Ermenîstanê koçberî Krasnadare ya giredayî Rusyayê bûne. Beriya em werin vir jî me xebatên xwe yên kom û çand li Ermenîstanê jî dabû destpêkirin.  Em her sê xwişk di sala 1974’an de hatin gel hev û me ‘Koma Kurdistan’ ava kir. Beriya wê me di sala 1974’an de li Radyoya Yerîvanê tenê stran digotin. Dema koma me pêşket me jî di sala 1978’an de kom ava kir. Yekem car jî weke kom em li Lenîngrade tevlî pîrozkirina Newrozê bûn. Wê demê koma me mezin bû, hemû jî endamên malbate bû. Xwişk û birayê min, hevjînê min, zaroken ap û xalê min jî di koma me de cih digirtin. Me navê koma xwe kir Kurdistan. Dapîra min gelek stran çêdikir û digot, me ji wê digirt me bixwe jî stran çêdikir û digot. Ez û xwişka xwe jî me stran nîvîsandiye. Yekem car weke kom em di sala 1978’an de derketin ser dikê û me stran gotin. Em wê demê tevlî festîval û şahiyan dibûn. Li Ermenîstane weke jin tenê koma me hebû piştî wê gelek kom çêbûn. Koma me jî bi saya sazbendê Kurd Xelîlê Ebule ava bû. Wê demê hat gundê me û ji bo komê ava bike me li hev civand.”

 

 

‘Ev çand ji malbatê tê’

Di wan salan de ji ber Kurd koçberî dinyayê bûn û belewala bûn hejmara kesên bi van xebatan re mijûl bibin kêm bûn. Dilber Wekîl zehmetî û cehda ji bo xebatên wê demê wiha tîne ziman; “Li gundê me em tenê 7 mal ên Kurdan bûn. Ez dema yekem car li Lenîngradê derketim ser dikê 14 salî bûm. Em tevlî festîvalan bûn. Dema koma me ava bû di wê salê de em tevlî televîzyona Ermenîstanê bûn. Wê demê me govend pêşkeş kir. Wê demê xalê me stranan digot, her tim ji me re digot hûnê bibin stranbêj. Ev çand ji malbatê tê, di malbata me de gelek hunermend û stranbêj hene. Em jî li wan hatine. Dema em nû derketin ser dikê û me li xwe temaşe dikir hestek pir cûda bû em gelek kefxweş bûbûn. Me stranek li ser komê bi xwe jî çêkiriye.”

Dengê gelê Kurd; Radyoya Yerîvanê

Dîlber Wekîl heyecan û yekem car derketina xwe ya Radyoya Yerîvanê bi vî awayî rave dike; “Yekem strana ku me li Radyoya Yerîvanê got ‘Wa hatin bihurîn’ bû. Em ji dapîra xwe fêrî vê stranê bûn. Dapîra min gelek stranên kevn yên kurdawarî dizanî û me hemûyan jî ferî van stranan kir. Me di komê de jî van stranan digot û gelek stran jî me bixwe nîvîsand. Dema me van pêşketina dîdit em gelek kefxweş dibûn. Di heman demê de jî parastin û jiyan kirina çand û zimane xwe jî kefxweşî dida me. Gelê Ermen bixwe jî Radyoya Yerîvan vedikirin û gûhdarî dikirin. Gelek stranên kevn û hunermendên hêja bi xêra radyoyê winda nebûn. Di nav wan de jî stranbêjên jin weke Eslîka Qadir, Sûsîka Simo, Sebra Îsmaîl, Fatma Îsa û gelek jinên din di r-Radyo Yerîvanê de stranan digotin. Wî wextî seatek û nîv wext didan me. Bernama me seatek û nîv bû. Me piranî stranên gelerî digotin. Stranên gelerî stûna çand û zimanê me bûn.”

‘Parastina ziman û çand erkeke welatparêziyê ye’

Dîlber wekîl bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî û got; “Me gelek caran li dawetan jî stran digotin. Ya me li ku dibe bila bibe parastina çand û zimane me bû. Ji bo çanda me bijî di her şert û mercî de me stranen xwe digotin. Îro jî em stranen xwe ji neviyên xwe re dibêjin ku çanda me winda nebe. Gelek caran weke malbat em ji xwe re şevbihêrkan çêdikin. Ji bo çanda me winda nebe pewîst dike ku em her tim li ber xwe bidin. Yê me jî bavê me ferî me kir îro em jî ferî zarokên xwe dikin. Me bixwe jî komek ji 10 keçikan pêk te ava kir. Îro jî rastî heger hebûya min dixwest komek ji keçikan ava bikim. Ez gelek kefxweşim ku me çanda xwe parast û xebat bi vî awayî avakir û me têde cih girt.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.