Mehmet Kûrhan dema Alîgirê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê bû, ji ber îfadeya kesekî di 4’ê Nîsana 1992’yan de hat girtin. 

Mehmet Kûrhan dema Alîgirê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê bû, ji ber îfadeya kesekî di 4’ê Nîsana 1992’yan de hat girtin. Tevî ku şahid paşê got, di bin êşkenceyê de îfade daye jî lê di danişîna ewil de cezayê muebetê li Kûrhan hat birîn. Di dema binçavkirinê û girtinê de êşkenceyeke zêde lê hat kirin. 30 sal di hepsê de ma. Li girtîgehên Sêrt, Xarpêt, Bartin, Dîlok, Bandirma, Şirnex, Wan û Rîzeyê ma. Mehmet

Kûrhan ku niha 66 salî ye, piştî 30 salan 16’ê Tebaxa 2021’ê ji Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê derket. 

Du zarokên wî şehîd bûn

Kurê Kûrhan, Îbrahîm Kûrhan (Ferhat) di sala 1992'an de tevlî PKK'ê dibe. Di pêvajoya ku Kurd weke “Birakujî” bi nav dikin, di navbera salên 1994 û 1998’an de, şehîd dibe. Keça wî Hediye Kûrhan (Têkoşîn) jî di sala 1999’yan de tevlî PKK’ê dibe û di 4’ê Mijdara 2007’an de di şerekî de li Çiyayê Gabarê şehîd dibe. Kurê wî wî yê din Yahya Kûrhan (Ferhat) jî di sala 2014’an de tevlî PKK’ê dibe. Dema bav Kurhan di girtîgehê de bû, malbat ji ber zexta dewletê ji 1992’yan û vir ve neçar ma ku koçî  Edene, Mêrsîn, Stenbol û Êlihê bike. 
 
Heke xeyalên mirov mezin bin 

Kûrhan ji Ajansa Mezopotamyayê re qala hepsê kir. Mehmet Kûrhan dibêje, ne 30 sal 40-50 be jî tu dê li ber xwe bidî, ev pêbawerî û girêdana îdiaya te ye û wiha dipeyive: ‘’ Dema ev xurt be vîn jî xurt dibe. Sal xwe li ber nagirin. Heke îrade ne xurt be û xeyalên te ne mezin bin tu nikarî li ber xwe bidî. Heke xeyalên mirov mezin bin tiştên zor û zehmet li mirov biçûk tê.

Beriya girtina dawî di sala 1988-1989’an de du caran hatim girtin. Her carê çar mehan di girtîgehê de mam. Wê demê îtîrafkarekê li ser me îfade dabûn. Bi dû re di 4’ê Nîsana 1992’yan de careke din hatim girtin û heta niha di girtîgehê de bûm. Wê demê ez rêveberê Şaxa ÎHD’a Sêrtê bûm û şewitandina gundan, lêdan û îşkence zêdebûn. Em jî pê re mijûl dibûn. Ev jî li zora polîsan diçû. Em ketibûn rojevê jî. Wê demê yek girtin û senaryoyek nivîsandin û bi lêdan û êşkenceyê pê dan îmzekirin. Bi wan îfadeyan em ceza kirin. Bi dû re wî kesî li dadgehê got ‘bi êşkenceyê îfade bi min dane îmzekirin, agahiya min ji vî karî tune ye’ lê dîsa em ceza kirin.

Çawa mirov derkeve û bajar û gund nas nake

Carekê min romanek xwendibû, li ser Vîetnamê bû. Behsa kesekî di Zîndana Saygonê de mabû dikir. Ew jî nêzî 20 salan di girtîgehê de mabû. Digot ‘dema em ji girtîgehê derketin, me ne gund, ne cih ne jî mirov nas kirin.’ Min jî got ev mezin dike. Çawa mirov derkeve û bajar û gund nas nake. Bi rastî jî dema ez derketim û min ev der dîtin ew hat bîra min. Min ne bajar, mirov, dost û heval, heta xwarzî û biraziyên xwe nas nekirin. Bajar hemû bûne beton. Di aliyê civakî de bêdengiyek heye bi rastî, lê dema mirov dilgermiya gel jî dibîne dizane ku gel hêj xwe bernedaye, divê pêşengî jê re were kirin.
 
Pirtûkên ji bo zarokên xwe

Me her tim dixwend ji ber wê bi hezaran pirtûk me xwendine. Gelek hevalan got li ser jiyana xwe pirtûkê jî binivîse lê min nikarî binivîsim. Wekî din 2 pirtûkên min ên helbestan derketin. Yek ser navê Têkoşînê bû bi Kurdî ye. Deynekî wan di stuyê me de be jî ez li ser navê wan pirtûkê derxînim. Ya din jî bi Trkî ye û navê wê Hesreta Ferhat e (Ferhat’ın Özlemi). Min yek jî dabû çapxaneyê lê winda kirin. 3 pirtûkên din jî hene lê hêj min tam bi dawî nekirine. Yek ya helbestan e du jî ji bîranînan pêk tên.” 

NAVENDA NÛÇEYAN