- Komîteya Jinan a Kampa Koçberên Girê Spî, bi armanca nîşandana kar û xebatên jinên koçber, pêşangeha karên destan vekir.
Komîteya Jinan a Kampa Koçberên Girê Spî, bi armanca nîşandana kar û xebatên jinên koçber, pêşangeha karên destan vekir.
Bi dehan jinên li kampê beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de berhem û karên destan ên jinên koçber ên wekî “tevnên destan, cilên zarok û jinan, pêlîstok, tabloyên hunerî”, her wiha berhemên ku kultur û reseniya gelên herêmê nîşan didin, hatin nîşandan.
Bi armanca nasandina folklor û çanda gelên xwe, qederê 40 jinên koçber beşdarî pêşangehê bûne.
Yek ji jinên beşdar, Cîhan Mihemed Elî li ser pêşangehê ji ajansa me re got, “Ev pêşangeh ji bo me hêviyek e. Ruxmî şert û mercên koçberiyê jî, hêviya me heye. Em bi destên xwe cil û pêlîstokan ji zarokên xwe re çêdikin.”
EYN ÎSA/ANHA