Nijadperestiya alîkariyê

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 00:02

  • Di nava felaketa erdhejê de, felaketeke din jî dijminahiya miletê Kurd dike. Dewleta Tirk bi zanebûn alîkariyên ji bo bajar û navçeyên Kurdistanê dereng dixe yan jî yekser asteng dike. 

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

Nûçeyeke bultena sereke ya kanala duyem a televizyona dewletê ya Elman ZDF, cih dide erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Em di nava nivîsên bultenê de pê re dixwînin: Tirkiye hê jî Kurdan bombe dike: Alîkariyên lezgîn ên ji bo Bakurê Sûrî asteng dike.

Tevî ku di erd hejê de li gorî hejmarên herî dawî yên fermî qederê 9 hezar kesan mirine û bi dehhezaran kes di bin xirbeyan de ne, gava mirov vê dixwîne, çavên mirov bel dibin, mirov guhê xwe pel dike. Pêşkêşvanê nûçeyan dibêje, “Tevî erdheja bû sedema mirina bi hezaran mirovan li herêmên li ser sînorê Tirkiye û Sûrî, dewleta Tirk bombekirina herêmên Kurdan dewam dike. Alîkareke insanî dibêje, alîkariya lazim tê astengkirin.”

Ma çawa çêbû? Vê qirê, vê qiyametê jî dewleta Tirk qey Rojava bombe dike? Alîkara insanî ya ku bi Heyva Sor a Kurd re kar dike, Fee Baumann dipeyive: “Doh êvarê jî erd li vir hejiya û dîsa jî dewleta Tirk êrişan dike, êrişên hewayî jî. Û ev jî li herêmeke welê ku erdhejê têra xwe êşandibû. Berê jî bi êrişên hewayî ev herêm gelekê êşiyabû.”

Wê behsa Şehba dikir, gava ku pêr Şehbayê bi hezaran mexdûrên erdhejê yên ji Heleb û Efrînê hewandin, dewleta Tirk Şehba bombebaran kir.

Fee Baumann xweşbîn e jî, “Piştgiriyeke mezin a mirovan ji Ewrûpayê heye, ji welatên rojava. Daxwaza vekirina deriyên sînor heye û di dawiya dawî de, em hêvî dikin ku hilbijartinên li Tirkiyeyê jî hin tiştan biguherin.”

Li temamê Besniyê yek tîma hewarê

Tişta biguhere nijadperestiya dewleta Tirk e. Lewma ev ne tenê meseleya êrişên li dijî Rojava ye, yan jî girtina sînoran e. Li Bakurê Kurdistanê alîkariya gelek deveran nehat kirin, hê jî nayê kirin. Tîmeke hewarê ya ji Lehistanê (Polonya) pêr xwe gihandibû navçeya Semsûrê Besniyê. Li navçeyê zerareke mezin çêbûbû û bi sedan kes di bin xirbeyan de ne. Ji tîma Lehî, Andrzej Bartkowiak di ser hesabê xwe yê twitterê parve kir ku ji bilî tîma wan li temamê navçeyê ti tîma hewarê nîne. Dewleta Tirk ji bo neşandina alîkariyan û ji bo astengkirina hewarê li navçeyên bi pirraniya nifûsa Kurd her tişt dikir: Nijadperestiyeke çor û heram.

Xelk bi hewarê ve diçe

Lê mirovên ji seranserê Kurdistanê bi xwe hewl didin xwe bigihînin Semsûr û navçeyên wê, Mereş û navçeyên Bazarcix û Elbistanê. Ji hunermendên Şanoya Bajêr, heta bi nivsîkaran, ji mamosteyan heta bi karkeran, ji seranserê bakurê Kurdistanê berê xwe dan van deveran.
Lê dewleta ku li dijî Kurdan di vê felaketê de veguherî xirabiyeke mutleq rûyê xwe yê xirab dîsa nîşan da. Gelek mirov bi wesaîtên alîkariyê hewl didin xwe bigihînin van bajar û navçeyan. Alîkariyên ji derveyê Tirkiyeyê yên ji bo van bajaran yan li deriyê sînor yan jî li Stenbolê hatin desteserkirin. AFAD´ê ew dizîn û em nizanin wê bigihîne mexdûran yan na. 

Xirabiya mutleq

Ji Mereşê doh agahiyeke din hat: Li duriyana li Goksunê, berê wesaîtên alîkariyê diguherînin. Li şûna ku ew karibin biçin navendên herî zêde zirar li wan bûye yanî Bazarcix û Elbistanê, berê wan didin Mereş û bajarên din. Min hewl da van hewldanan fêm bikim. Lê min nekarî. Ev xirabiyeke mutleq bû ku ez tê negihiştim. Lê halê wê yê herî darîçav bi daxuyaniya doh a serokkomarê Tirk xwe da der. Wî li Mereşê daxuyanî da. Di wê daxuyaniyê de wî got, bêhtirî 8 hezar û 500 kesî di erdhejê de mirine (ev hejmar ji mêj êdî ne aktuel e) û hema piştî wê weke henekê xwe bi mexdûran bike behsa projeyên avahîsaziyê yên TOKI´yê kir. bi carekê xirabiya mutleq bi gewde bûbû û bûbû Erdogan.      

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.