Li navenda bajarê Lyonê komek nijadperestên Tirk xwestin êrişê bibin ser Kurdên li meydana Bellecour dixwestin Newrozê pîroz bikin. Komek Fransiyên antîfaşîst ketin navberê û nehiştin, ew pîrozbahiya Newrozê asteng bikin.

Li gorî polês ji îfadeyên şahidan radigihîne, yek ji koma nijadperest a Tirk teqemeniyeke gazê diavêje nav antîfaşîstan. Beriya ku karibin ji deverê bi bezê birevin jî, ciwanên antîfaşîst yekî ji wan digirin û bêtesîr dikin. Di wê navê de hevalên wî yên vedigerin, bi derbên pehîna li rûyê hevalê xwe yê nijadperest ê li erdê dixin. Ji wan we ye, ew li dijberê xwe dixin. Lê ew hevalê xwe ji ser hiş dibin. Nijadperest ji ber derbên dema tê girtin û bi derbên hevalên xwe birîndar dibe û wî dibin nexweşxaneyê.

Li Lyonê par beriya sersalê nijadperestên Tirk gelek caran êriş biribûn ser xwepêşandanên Ermeniyan û heta êrişî polêsên Fransî jî kiribûn.

LYON