Hevalbendên rejîma Erdogan a li Tirkiyeyê yên li bajarê Awusturyayê Herzogenburgê, êrişî malbateke Kurd kirin. Ev malbat li navenda bajêr, li meydana şaredariyê, restoraneke bi navê Pizzeria Endo dixebitîne. Qederê 25 kesên ku diyar bû alîgirên Erdogan in, îna bihurî xwediyê Pizzeriyayê yê 52 salî, hevjîna wî ya 45 salî û kurê wî yê 15 salî tacîz kirin û paşê êrişî wan kirin. Hersê jî birîndar bûn û li nexweşxaneyê hatin dermankirin.
Roja hema piştî wê jî, dîsa nijadperestêîn tirk hatin, vê carê jî alayeke Tirkan li ba kirin û peyama li meydana şaredariyê ya bajêr, ez xurt in.
Lê polêsê bajêr ev helwêsta Tirkan li cem wan nehişt. Berdevkê polês da zanîn ku heta niha wan 7 kes ji ber êrişê kirine nezaretê û hemû jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Halê hazir îfadekirina bersûc û şahidan dewam dike.
Xwediyê restoranê Ender Aysel dibêje, ji mêj e ku hevalbendên Erdogan kurê wî aciz dikin.
VIYANA
Wêne: Ji malpera Pizzeriya Endo hatiye girtin.