Nijadperestê Tirk hate girtin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 02:23

Tirkê ku li bajarê Roubaix ê Fransayê ji ber strana Kurdî êrîşî kûaforê Kurd kir, ji ber nijadperestiyê hate girtin.

Piştî Komkujiya Parîsê di 25'ê Kanûnê de li bajarê Roubaix ê Fransayê, êrîş li dijî kûaforekî Kurd hate kirin. Tirkekî 47 salî ku bi meqesê kûaforê 27 salî yê ji Başûrê Kurdistanê birîndar kir, piştî êrîşê hate binçavkirin û piştre lêpirsîn li hemberî wî hate destpêkirin.

Dozgera herêma Lîlle Carole Etienne got, "Meqama îdîayê ji ber nijadperestiya bûyerê, ji hewldana kuştina mirovan dest bi lêpirsîna edlî kir."

Kûaforê Kurd ji sînga xwe çend caran birîndar bû û neçar ma emeliyat bibe. Piştî êrîşê roja Sêşemê li bajarê Lîlle dirûşma "Terorîst Tirkiye" hate qîrîn û çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.