DENIZ BABÎR/FRANKFURT
Newrozên îsal wê li Ewrûpayê ji bo bibîranîna mexdûr û qurbaniyên erdhejê bên lidarxistin. Çalakiyên Newrozê wê bi slogana “Newroza Serkeftinê ya Serdemê” wê bi rê ve biçin.
Çalakiya Newrozê ya li Elmanyayê navendî ye û wê dîsa li Rebstockpark a li Frankfurtê 25´ê Adarê bê lidarxistin. Hevserokên FCDK-KAWA´yê her kesî dawet dikin da ku li meydanê hazir bin. Wan got, “Bi ruhê berxwedanê ev ê bibe Newroza 50´î ya Rêbertiyê”.
Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê (FCDK-KAWA) Mehmet Çoban got, ji ber erdhejên navenda wan Bazarcixa Mereşê ya 6´ê Sibatê, ew îsal Newrozê ne weke pîrozbahî û şahî, lê weke çalakî pîroz dikin. Ew wiha peyivî: “Em dixwazin, bi ruhê berxwedanê bi milyonan mirovên li ser erdên xwe bidin hîskirin, û nîşan bidin ku hîna hêvî heye. Bi vî ruhî em ê sala 2023´yan dawiyê li rejîma şer a AKP-MHP´ê ya ku li Kurdistan û Tirkiyeyê tirsê dixe dilê gel jî bi dawî bikin. Li ser esasê piştevaniya civakî, em dixwazin peyama berxwedanê bidin gelan hemûyan.
Bi ruhê berxwedanê ev Newroz wê bibe Newroza 50´î ya Rêbertiyê. Ew ê bibe Newroza vejînê. Ji bo hêviyên gelan ên di hilbijartinên Gulanê de jî ew ê bibe hêvî, di vî warî de jî girîng e.”
Jin jî wê bi rengên xwe amade bin
Hevseroka FCDK-KAWA´yê Munevver Altinişikê jî got, “Ji Newroza serketinê re çend roj mane. Weke jin, hêviya me heye. Di sala 50´î de em dixwazin azadiya Rêbertiya xwe misoger bikin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, ne jin azad dibe, ne jî aştiya civakî çêdibe. Ji ber wê jî em dixwazin jin û tevahiya gelê me tevlî Newroza li Frankfurtê bibe.”