Newroza ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû

Duşem 11 Adar 2024 - 00:33

  • Deklarasyona sala 2024’an hate aşkerekirin. Di deklarasyonê de hate destnîşankirin şerê Kurdan li dijî zilm û zordarî û neheqiyan e û hate gotin: Kurd wê Newroza îsal biqulîbînin ser agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsa Kurd re çareserî.

Deklarasyona Newroza 2024’an ku wê îsal 57 jê navend bi giştî li sedan cihan bê pîrozkirin, hate eşkerekirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê deklarasyona têkildarî Newroza 2024’an eşkere kir.

 Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. 

Deklarasyona Newroza ya bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serketinê ye” hate aşkerekirin.

Di deklarasyonê de hate gotin Newroz di şexsê gelê Kurd de bûye agirê berxwedanê, Kurd li her qonaxa dîrokê dîjî dagirker, mêtingeran têkoşîneke mezin daye, cih da gotina Rêber Abdullah Ocalan a b rengê, ‘’Şerê me tu carî ne li hemberî nîjad, dîn, mezheb an jî koman bû û wê nebe jî. Şerê me li hemberî pêkûtiyan, nezanî, neheqî, paşvehiştin û li hemberî her cure zext û zoriyan bûye’ hate bibîrxistin.

Di deklarasyonê de bi domdarî hate gotin,’’Newroza sala 2024’an ya ku em bi vê berxwedan û baweriyê pêşwazî dikin; ji bo em ên ku di bin zextên qirkirinê de, ji bo azadiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Zilma ku bûye sedem Newroz wekî mîrateya berxwedanê derkeve ser dika dîrokê îro jî didome; dijminatiya li hemberî nasname, ziman, erdnîgarî, xweza, av, çiya û ava gelê kurd roj bi roj zêdetir dibe.’’

Di deklarasyonê de pêngava ‘Ji Ocalan re azadî’ hate bibîrxistin û hate gotin,’’Li hemberî her cure polîtîkayên qirkirinê, helwesta gelê Kurd jî roj bi roj vediguhere berxwedaneke bi heybet. Qadên Newrozê jî qadên herî girîng ên vê berxwedana bi heybet e. Gelê Kurd ê ku qadan dikin kongreya gelan û îradeya xwe nîşan dide, Newroza îsal wê veguherîne agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsa Kurdan re çareserî.’’

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.