• Li seranserê dîasporayê Kurdistaniyan û dostên wan meydanên pîrozbahiyên Newrozê veguherandin menîfestoya gelan, yan jî ya neteweya demokratîk.

Li seranserê Ewrûpayê jî Kurdistaniyan Newroz bi çalakiyan û rengên cejnê pîroz kir. Li bajarên Elmanyayê Darmstadt, Heilbronn, Berlîn, Frankfurt, Mannheim, Bremen, Aurich, Ulm, Darmstadt, Hannover, Nurnberg, Saarbrucken, Freiburg, Kiel, Heilbronn ,.li bajarên Fransayê Villeneuve St. George, Grigny, Toulouse, Rennes, li Swîsre, Awusturya, Yewnanistan, Danîmarka, Swêd, Rûsya, Qibrisê û gelek welatlên din û gelek bajarên van welatan Kurdistaniyan Newroz pîroz kir. 
 
DARMSTADT: Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê Kurdistaniyan bi meşa xwe ya meşaleyî êvara sûka bajêr ronî kir. Kurdistaniyan alayên TEV-DEM´ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û doza azadiya wî kir. Di dawiya meşê de li Meydana Friedensplatzê jî agir hat dadan û li ber muzîkê govenda Newrozê gerand.
Li Hessenê wekî din di serî de Frankfurt li gelek bajarên din newroz hat pîrozkirin. 

Li Darmstadtê meşa bi meşaleyan


DUSSELDORF: Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê jî Kurdistanî û dostên wan meşiyan. Lê polêsê Elman ê ku li Kasselê destûra bi hezaran kesî da bê maske bimeşin, dest werda çalakiya Kurdistaniyan a bi maske. Lê dîsa jî rengên Kurdistaniyan newroz xemiland.  

Li Dusseldorfê êrişa polêsan bi coşa Kurdistaniyan nekarî


BERLÎN: Li paytexta Elmayayê Berlînê bi meşeke bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin. Kurdistanî dirûşma "Bi ruhê Garê Newroz pîroz be" ji Gesundbrunnenê heta Leopoldplatzê meşiyan.

Bi maske, mesafeya fizîkî Kurdistaniyên li Newroza Berlînê


CENEVRE: Pîrozbahiyeke din jî li bajarê Cenevreyê bû. Zêdeyî 300 Kurdistanî li ber ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û Newroz pîroz kirin. Kurdistaniyan  agirê Newrozê dada, govend gerand li ber stranan. Li bajarê Swîsreyê jî pîrozbahiyeke girseyî ya Newrozê hebû.

Agirê Newrozê û wêneyê Ocalan li Cenevreyê


GRAZ: Li bajarê Awusturyayê Grazê, berf li ber Kurdistaniyan nebû asteng ku Newrozê pîroz bikin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Hauptplatz a Grazê civiyan. Hevserokê Civaka Azad a Awusturyayê Halîs Sever bi bîr xist ku Newroz cejna serhildan û azadiyê ye.


BILBAO: Li paytexta Welatê Baskê Bîlbaoyê, Kurdistanî li navenda bajêr kom bûn û cejna Newrozê pîroz kir. Pîrozbahî bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Gelê Kurd çêbû.
Kurdistaniyan cihê pîrozbahiyê bi wêneyên mezin ên têkoşerên jin ên di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûne û pankart û wêneyên têkoşerên jin ên cîhanê xemiland.

Li Bilbaoyê şehîdên têkoşînê jî hatin bibîranîn