Newroz berxwedan e

Pêncşem 20 Adar 2025 - 02:55

Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer diyar kir ku amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê temam bûne û got, "Newroz berxwedan û serhildan e; têkoşîna li dijî Dehaqan e. "

Cejna Newrozê ku li 89 navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tê pîrozkirin, bi coşeke mezin dewam dike. Mîna her salê wê îsal jî di 21'ê Adarê de li Amedê bi beşdariya sed hezaran kesî pîrozbahiyeke mezin bê lidarxistin. Bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re tê payin ku Newroz hîn bi coş bê pîrozkirin.

Newroz wê 21'ê Adarê bi dirûşma 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê were pîrozkirin.

Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer li ser amadekariyên Newrozê axivî û got, "Bi banga 27'ê Sibatê ya Birêz Ocalan re amadekariyên me yên Newrozê destpê kirin. Peyamê rengê xwe da 8'ê Adarê. 8'ê Adarê bi beşdariyeke xurt a jinan bi coş hate pîrozkirin. Jin wê ruhê 8'ê Adarê derbasî qadên Newrozê bikin."

Gulşen Ozer destnîşan kir ku ji bo ragihandina daxwazên aştî û azadiyê wê li qada Newrozê bin û got, "Me ev daxwazên xwe di 8'ê Adarê de li qadan anîn ziman. Aştî wê bi destê jin û ciwanan ava bibe. Aştiyek ku jin û ciwan di nav de nebe, bingeha wê xurt nîne. Lewma em jin ji bo karibin aştiyê biqîrin, em ê bi govend, reng û coşa xwe li qada Newrozê bin."

Gulşen Ozer anî ziman ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya jinûve vejînê û got, "Newroz berxwedan û serhildan e; têkoşîna li dijî Dehaqan e. Vejîna xwezayê ye. Newroz mizgîniya aştî û azadiyê ye. Em ê aştî û azadiyê careke din di Newrozê de bi hev re bînin ziman."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.