Neviyên Seyîd Riza çok danaynin!

Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 02:40

Nerazîbûna li hemberî desteserkirina şaredariya Dersimê ya DEM Partiyê, dewam dike. Xelkê bajêr gotin, Dersimê ti carî serî netewand, wê vê carê jî serî netewîne.

Hebûn Aslan ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew rejîma qeyûm û desteserkirina îradeyê qeyûm nakin û got:"Xelkê Dersimê ti carî serî netewand, li dijî van polîtîkayên qeyûm jî wê serî netewîne. Heta wergirtina encamê em ê li qadan bin."

Îsmet Yildirim destnîşan kir ku ew hêz û kesên ku îradeya gel desteser dikin qebûl nakin, wê qebûl nekin û got:"Îradeya gel nabe ku bê desteserkirin. Em şaredariya xwe dixwazin."

Zeynep Demîr diyar kir ku wan zanîbûn ku wê qeyûm li Dersimê bê tayînkirin û got:"Desthilatdariya AKP-MHP bi salan e li Dersimê ne wekîl ne jî şaredarî bi dest xist. Bi zext û zilmê hewl didin îradeya me tine bihesibînin. Li Tirkiyeyê êdî tiştekî bi navê demokrasî û azadiyê nîne. Li Tirkiyeyê divê êdî her kes dakeve qadan."

Nazli Çelîkoz ragihand ku xelkê Dersimê li dijî qeyûmên hatine tayînkirin hemûyan îrade û berxwedana xwe nîşan da û got:"Neviyên Seyîd Riza û şopdarên kevneşopiya 38'an vê hiqûqa qeyûm qebûl nakin. Dersimê ti carî serî netewand. Her kes baş bi vê zane; 'Sefer li Dersimê dibe lê serketin lê nabe'. Em bi vê pîvanê tevdigerin. Weke ewladên Dersimê em ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."

Ozgur Karaç darbeya li ser îradeya gel şermezar kir û got:"Tiştekî gelekî bi êş e ku hewl didin bi qemçiya hiqûqê hin tiştan biguherînin. Daxuyaniyên aştiyê yên ji aliyê desthilatdariyê ve têne kirin mixabin rast nîne."

ANF/DÊRSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.