Neviyê Seyîd Riza wefat kir

Şemî 9 Çile 2021 - 04:30

Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat ê 72 salî li bajarê Maînzê yê Elmanyayê doh destê sibehê bi sekteya dil a ji ber koronayê wefat kir. 

Piştî merasîma cenaze ya îro li Mala Cemê ya AKMC'ê ya Gustavbûrgê, li ser qewîtiya Polat cenaze wê li gundê Pîxamî ya Xozata Dersimê were veşartin. Wî xwestiye li cem gora diya xwe were veşartin. Ji ber şewba koronayê tenê kesên ji malbatê ango 50 kesê karibin beşdar bibin.

Polat tevahiya jiyana xwe xwest cenazeyê kalikê xwe Seyîd Riza û rêberên din ên Dersimê bibîne. 

POLÎTÎKA AZAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.