- Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên li Îtalyayê, Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê bi ser ket.
Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên li Îtalyayê, Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê ya rastgiriya tundraw bi ser ket.
Piştî ku Serokwezîr Mario Draghi Tîrmeha derbasbûyî îstîfa kir, roja yekşemê bang li 50 milyon hilbijêrên Îtalyayî hate kirin da ku ji bo diyarkirina endamên nû yên parlamenê dengê xwe bidin. Hilbijartin ji bo diyarkirina Senatoya Komarê ya ji 200 kursiyî ku baskê jorîn ê parlamentê ye û Meclîsa Nûneran a ji 400 endamî ku baskê jêrîn ê parlamenê ye, pêk hat. Dengdan bi dema herêmî saet di 23:00´yan de bi dawî bû.
Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûna hilbijêran a li dengdanê gelekî kêm bû. Çavdêr dibêjin rêjeya tevlîbûnê li derdora asta ji sedî 51'ê bûye.
Piştî ku dengdan qediya, kanalên televîzyonê yên Îtalyayê Rai û SkyTG24 encamên destpêkê eşkere kirin. Li gorî vê yekê koalîsyona rastgiriya tundraw, di navbera ji sedî 41 heta 46'an de deng stand.
Li gorî encamên destpêkê Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê (FdI) ya rastgiriya tundraw a li muxalefetê ku Giorgia Meloni serkêşiyê jê re dike ji sedî 22 ta 26´ê dengan stand û bû partiya yekemîn. Partiyên din ên rastgiriyê Lîga Bakur (LN) ji sedî 8-12 û Forza Italia jî ji sedî 6-8´ê dengan wergirtin.
Heger encam bi vî rengî bimînin, bereya rastgiriya tundraw xwedî wê hejmarê be ku karibin hikûmetê ava bike. Lîdera rastgiriya tund ku timî gotinên neteweperest û Xiristiyaniyê bi kar tîne, wê bibe Serokwezîra destpêkê ya jin a dîroka Îtalyayê.
Li gorî encmên destpêkê bereya 'partiyên çep ên navendî', dengê xwe gelekî kêm kirine.
Partiya Demokratîk (PD) a bi lîderiya Enrico Letta ku di navbera salên 2013-2014'an de serokwezîr bû ji sedî 17-21´ê dengan stand. Partiya Tevgera Pênc Stêrk a populîst a bi serkêşiya ji serokwezîrên berê Giuseppe Conte jî ji sedî 13,5 heta 17´ê dengan wergirt.
ANF/ROMA