Nekevin ser rêya mirinê

Çarşem 14 Hezîran 2023 - 02:15

Beriya çend rojan keştiyeke penaberan ku tê de piranî Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê hebûn û ji Erhatê ya Tîbaza Cezaîrê ber bi Spanyayê ve diçû, piştî çend saetan noqî avê bû. Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên penaber re xwest.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê agahiya noqbûna keştiya penaberiyê û windahiyan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Careke din gelê me agahî bihîst ku xizmên wan di rêya penaberiyê de jiyana xwe ji dest daye. Di vê rêyê de bi hezaran xelkê welatên cuda jiyana xwe ji dest da.

 

Piranî ji Efrîn û Serêkaniyê bûn

Beriya çend rojan li beravên Cezaîrê gelek şêniyên herêmê jiyana xwe ji dest dabû. Piranî penaber ji bajarên Efrîn û Serêkaniyê bûn ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Rayedarên Cezaîrê duh (pêr) derxistina cenazeyan ji deryayê bi dawî kiribû. Têkildarî erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hember gelê xwe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve hewl dide di leztirîn demê de cenazeyên qurbaniyên penaberiya nerewa yên ku li beravên Cezaîrê noq bûne, vegerîne.

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û bang li gelê xwe dikin jiyana xwe nexin rêya penaberiya nerewa."

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.