Nehişt esker beşdar bibin

Yekşem 2 Tebax 2020 - 16:57

  • Li eskeriya dewleta Tirk timî ciwanên Kurdan, Ermen û Xiristiyanan têne kuştin. Her tim jî ji wan re qulpekê û bahaneyekê dibînin. Bavê eskerê eskerên Tirk ji merasîma cenaze qewitandin.

Li eskeriya dewleta Tirk timî ciwanên Kurdan, Ermen û Xiristiyanan têne kuştin. Her tim jî ji wan re qulpekê û bahaneyekê dibînin.
Esker Osman Ozçalimli yê ku li Îzmîrê got "Gefan li min dixwin" û piştre kuştî hat dîtin, li Navçeya Dîgorê ya Qersê hat definkirin. Malbatê di merasimê de ala li ser darbestê rakir û nexwest esker beşdarî merasimê bibin. 
Rayedarên dewleta Tirk çûbûn cem malbatê û ji wan re gotibûn kurê bi sekteya dil miriye. Bavê eskerê kuştî Ahmet Ozçalimli, nerazîbûna xwe nîşanî rayedaran kir û got: "Kurê min beriya bê kuştin got 'Bavo zêde bi ser min de tên. Kemînan datînin pêş min.' Ez li Çawîşê Pispor Abdullah geriyam. Min rewşa kurê xwe got. Lê wî jî got 'Hûn meraq nekin' Bû sibe agahiya kuştina kirê min dan min." 
MA/QERS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.