- Sosyolog Oliver Schmidt li dijî qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê helwêst nîşan da û got, tehlûkeya esas desteka Elmanya dide Erdogan e.
MUHAMMET KAYA / DENIZ BABIR / ANF/BERLÎN
Sosyolog Oliver Schmidt li dijî qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê helwêst nîşan da û got, tehlûkeya esas desteka Elmanya dide Erdogan e.
Oliver Schmidt li ser teoriya çînayatî û Marksîst dixebite. Li Zanîngeha Potsdamê di vê çaçrovayê de bi sernavê, ''Anarşîzm, Teorî û Pratîk: Mînaka Rojava'' dersan wê bide.
Schmîdt got, di dersan de ew ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên derheqê konfederalîzma demokratîk de jî bidin. Ders wê 25'ê Cotmehê dest pê dikin.
Schmidt kêfxweş e hîna ew dikare dersa xwe diyar bike: "Li Elmanyayê em azad in, tişta ku em dixwazin, em hîn bikin. Helbet em dikarin van metnên rexneyî nîqaş bikin. Bi xwendkaran re wê zêde problem çênebin. Ji ber ku di serê semîneran de em ê zêdetir destpêkeke teorîk bikin. Bi azadiyê, rêveberiyê û têkiliya teoriya anarşîst a bi dewletê re. Biya min wê xweş biçe.''
Schmidt bi bîr xist ku li Elmanyayê kesên ku azadiyê ji Abdullah Ocalan re dixwazin têne krîmînalîzekirin û got, ''Ji ber ku Elmanya destûrê nade PKK'ê. Weke rêxistineke terorîst krîmînalîze dike. Lê evder zanîngeh e! Em welatekî azad in û em dikarin wan fikran bixwînin.''
Schmidt wekî din got, PKK ne tehlûke ye, desteka Elmanya dide polîtîkayên dewleta Tirk tehlûke ye: ''Bi min tehlûkeya esas ew e ku Elmanya polîtîkayên Erdogan, kirinên hikûmeta Tirk ên li Sûriyê û Bakurê Iraqê krîmînalîze nake. Ev her wiha çekên me ne, em çekan difiroşin.''