Ne ji mermer in ji qumaş in

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Tebax 2022 - 21:09

  • Dema mirov li ser peykeran dihizire, serê pêşî peykerên ji mermer û hesin tên bîra meriv. 

Dema mirov li ser peykeran dihizire, serê pêşî peykerên ji mermer û hesin tên bîra meriv. Lê Sergio Roger, bi malzemeyekî cuda peykerên xwe çêdike. Heybeta peykerên wî jî ne kêmî yên ji mermer û hesin in. Ew bi dirûtin û dagirtina qûmaş nihêrîna me ya li ser peykerî dibe ber bi hêleke din ve û nîşan dide ku di vî warî de hunermendekî şareza ye. 

Sergio Roger ji huner û mîmariya klasîk îlhama van peykeran girtiye. Wî bustên dema Roma û Yewnanan bi malzemeyekî nermtir ango qumaş çêkirine. Roger derbarê bikaranîna malzemeye qumaş de dibêje, “Ji bo nihêrîna derbarê şaristaniyên berê û malzemeyên hunerî de biguhere, ez van îkonên dîrokî ji nûve dinirxînim. Tişta ku pê nihêrîna xelkê diguherînim jî malzemeya min e, ji dêvla mermer yan jî malzemeyekî din ku peyker pê tên çêkirinê, ez qumaş bi kar tînim. Ev biryara min dike ku hestiyariyek bi kevneşopiyên berê û hunerî re ava bibe.”

Sergio Roger nexasim qumaşên hevrîşimî û keten bi kar tîne û van qumaşan bi malzemeyên weke pembû dadigire.

BARCELONA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.