• Ji sedî 70'yê dahata deriyên sînor ên Iraqê tê dizîn.

Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê eşkere kir ku ji sedî 70'yê dahata ji deriyên sînor tê dizîn.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê Riyaz Temîm ev agahî da. Wî got, ev dahata hanê bi rêya pisûleyên qelp tê dizîn.

Riyaz Temîm ji medyaya Iraqê re axivî û got, civînek li ser zêdekirina dahata hikûmetê ya di bûdceya 2021’ê de hatiye lidarxistin.

Riyaz Temîm got, ji bo zêdekirina dahata darayî wan, bi taybet di Wezareta Pîşesazî, lihevkirinên hevbeş, hilberîn û deriyên sînor de hinek rê diyar kirine. Riyaz Temîm got, kontrolkirina deriyên sînor ji aliyê hikumetê ve jî, wê tenê bi rêya elektronîk were çareser kirin. Riyaz weke sedem jî îşaret bi wê yekê kir ku ji sedî 70’yê dahata deriyên sînor bi rêya pisûleyên qelp û sexte tê dizîn.

Rêveberiya deriyên sînor ya Iraqê Îlona 2020’an dahata 10 deriyên sînor eşkere kiribû. Li gorî daneyan dahata wan deriyên sînor zêdetirî 107 milyar û 269 dînar bûye. Di nava vê mîqdarê de dahata deriyên sînor ên herêma Başûrê Kurdistanê nîne.

BEXDA