Navendeke ewle ji bo erdhejê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 13 Adar 2023 - 04:26

Li Japonyayê di sala 2011’an de erdheja bi navê “Tohoku” çêbû. Piştî erdhejê endezyarên Japonî li Fukuşîma navendek ava kirin. Ev navenda nû ji bo welatan hemûyan nimûneyeke baş e ku insanan li hemberî erdhejan diparêze û nahêle insan zû bi bû bimirin.

Navenda bi navê “Sukagawa Community Center” ji hêla Unemori Architects ve hate çêkirin. Navenda ku li hember erdhejê hatiye çêkirin, pêdiviyên insanan hemûyan bi cih tîne. Dema ku piştî erdhejê bajar hate nûkirin û ji nû ve avahî hatin lêkirin, ev navend hate sêwirandin. Navenda ji bo erdhejê hatiye çêkirin, par vebû û her diçe bajarê wêranbûyî vedigere rojên berê.

Yek ji avakarê Unemori Achitectsê, Hiroyuki Unemori got; “Şêniyên bajêr li navendê dikarin bi rehetî werin cem hev, bi hev re bixebitin, fêr bibin û li wir wext derbas bikin. Diviyabû piştî erdhejê insan wêrek tevbigeriyane û me jî bi vê navendê ev bawerî da wan. Armanca me ji vê navendê ew e ku bi mîmariya bajêr re jî li hev bike û ji pêdiviyên insanan re bibe bersiv.”

Avahiya ku hatiye çêkirin 5 qat e. Di hundirê wê de pirtûkxane, muze, salona konferansê, kreşên zarokan, cihê lîstikan û kafe hene. Navend siberojê di dema erdhejan de dê ji bo insanan vekirî be û dê insan pêşî xwe bispêrin vê navendê. Yanî navend weke tesîsekê dê were bikaranîn û li gorî wê hatiye çêkirin. Heger erdhej biqewime jî kesên li navendê dê karibin bi riya nêrdewanan derkevin terasê û ji wir jî xwe berdin nav baxçe. 

Unemori da zanîn ku wan bi zanebûn rengên zelal bi kar anîne û her wiha rengên mobîlyayan jî dîsa zelal in û aramiyê didin insanan.

FUKUŞÎMA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.