- Bi darê zorê kampa Kurdan hat valakirin. Şahid, rêxistinên Kurdan û rêxistinên piştgirê Kurdan ên Yewnanistanê, êrişê weke encama bazarên beriya civîna bilind a NATO´yê dinirxînin.
VEDAT YELER/ATÎNA
Hikûmeta Yewnan beriya civîna NATO´yê, kampa penaberan a li Lavrioyê bi darê zorê girt. Ev bi salan bû ku dewleta Tirk ji Yewnanistanê dixwest vê kampê bigire. Yewnanistanê ti alîkarî ne dida penaberên li kampê, û kamp bi piştgiriyê li ser piyan bû; bi sedan polêsên çekdar û bi rûpoş, bi ser kampê de girt. Kurdan êriş rûreş kir û got, kamp di encama bazarên bi dewleta Tirk re hatiye girtin.
Bi hezaran Kurd û Tirkiyeyî bi deh salan, gava pêşî penaberî Yewnanistanê dibûn, ji bo xwebirêxistinkirinê berê xwe didan Kampa Lavrioyê. Kamp sala 1947´an weke “Wargeha Penaberan” hatibû avakirin. Piştî darbeya eskerî ya li Tirkiyeyê ya 12´ê Îlona 1980´yî, li kampê para bêhtir penaberên Kurd û ên ji Tirkiyeyê man.
Kampa Lavrioyê bi vê xisleta xwe mekanekî dîrokî, navenda bîrê û piştgiriyê ye. Lê belê Yewnanistanê di 5´ê Tîrmehê de bi êrişeke eskerî ya bi beşdariya bi sedan polêsan avête ser kampê. Polês derî û pencereyên kampê şikandin û wiha kete hundirê wê. Li kampê bi pirranî penaberên Kurd diman. Polêsê Yewnan bêhtirî 50 penaberên Kurd ji kampê bi darê zorê derxist û kire nezaretê. Di nava wan de jin û zarok jî hebûn. Polês da zanîn ku ew ê penaberan bibe kampên din.
Ji bajaran dûr dixin
Pirraniya Kurdên ku polêsan ew kirin nezaretê, rayedarên Yewnan ew birin kampeke qederê 60 kîlometreyan dûrî paytext Atînayê. Ev kampa bi navê Oinofyta, fabrîkeyeke kevin e. Me sala 2021´ê ev kamp kiribû rojeva nûçeyên xwe. Hingê penaberên ji Rojavayê Kurdistanê li vir dihatin hepskirin û şert û mercên li kampê ne insanî bûn. Rayedaran da zanîn ku ev kamp niha ji bo penaberên Kurd hatiye veqetandin. Seresere hin temîr jî li kampê hatine kirin.
Kamp li keviya otobanekê ye û dûrî deverên şên û derfetên çûnûhatinê ye. Ev jî nîşan dide ku meqamên Yewnan dixwazin penaberên Kurd ji civakê tecrîd bikin.
‘Operasyona eskerî bû’
Leyla yek ji wan penaberan e ku polêsan ew bi zorê aniye vê kampa li derveyî bajêr. Leyla got, rayedarên Yewnan ne rast dibêjin, tehliyekirina Kampa Lavrioyê ne insanî bû lê operasyoneke eskerî bû.
Leyla beriya qederê 3 salan ji ber zilma dewleta Tirk tevî sê zarokên xwe û hevjînê xwe li Yewnanistanê bûye penaber. Leyla ji bo Kampa Lavrio dibêje, “Min xwe heta roja îro weke penaber hîs nekir lê. Hem çandî û hem jî civakî ez tenê nemam. Ewder kampeke Kurdan bû. Em li wir weke ku mala me be, xwedî derdiketin.”
Leyla dibêje, berê sibehê saet 5´an bi “200-300 polêsî dor li kampê girtibûn. 10 polêsên bi sîlehên giran ketin odeyê, berê sîlehan dan me. Du keçên min ên ên 4 û 5 salî hene, kurekî min heye, ew ê çawa vê trawmayê ji ser xwe biavêjin? Zarokên min tiştên welê dîtin ku hîç jî heq nekiribûn. Min hevrê û hevalên xwe dîtin, destên wan ji pişt ve kelemçe kiribûn. Em bê çare û bêzar kirin.”
Ew ê bi miradê xwe şa nebin!
Leyla êrişa polêsan weke komployekê dinirxîne û dibêje, armanca êrişê ew bû ku Kurdên li Kampa Lavrioyê birêxistinkirî ji hev belav bike û wiha biryardariya li dijî vê êrişê îfade dike: “Ji wan we ye, ew ê karibin wiha me û hevreyên me xilas bikin, lê ev ne mumkin e.”
Dewletê hemûyê êrişî Kurdan kir
Penaberê Kurd Welat jî got, ji wezaretê heta bi rayedarên şaredariyê, ji yekîneyên îstîxbaratê, heta bi polêsên dije-teror, hêzên taybet, meqamên Yewnan hemûyan di êrişê de cihê xwe girtiye. Wî got, beriya operasyonê dor li bajêr hemûyî hatibû girtin. Welat da zanîn ku polês pêşî nobetdarê kampê bi kûçikan derxistiye derve û ew girtiye. Welat îdîaya polês a ku dibêje, bi daxwaza penaberan kamp hatiye valakirin jî li derewê qeliband.
Welat paşê bal bire ser hevdîtinên Tirkiye û Yewnanistanê û got, ev êriş li ser daxwaza hikûmeta Tirk hatiye kirin.
6 salan bi piştgiriyê li ser piyan ma
Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Penaberên Kurd ên li Lavrioyê re jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku Xaça Sor ji mêj ji kampê derketiye û hikûmeta Yewnan jî ji sala 2017´an ve dixwest kampê vala bike. Ji ber wê jî ti alîkarî nedida penaberan. Yanî temamê alîkariya ji bo penaberan û ji bo kampê lazim, bi piştgiriyê dihat kirin. Înîsiyatîfê got, hikûmeta nû ya Yewnan daxwazên Erdogan bi cih tîne. Înîsiyatîfê wekî din da zanîn ku şaredariyê jî heta niha çi ji destê wê hatiye kiriye da ku penaberên Kurd ji bajêr bike der.
Heta ber parlamenê meşiyan
Navenda Çanda Kurd a Demokratîk (NÇKD) ya Yewnanistanê jî îdîaya wezareta Yewnanistanê ya Koçberî û Penaberiyê li derewê qeliband û got, kamp bi zora polêsan hatiye valakirin. Li aliyê din NÇKD´yê êrişa polês ya li dijî kampê jî li Atînayê bi çalakiyekê protesto kir. Xelk li Propylaea kom bû û heta bi meydana parlamena Yewnanistanê lê, Syntagmayê meşiya.
Di çalakiyê de hat gotin, ev êriş encama bazarên beriya civîna bilind a NATO´yê ya 11-12´ê Tîrmehê bû.
Heman rojê êvarê jî êrişa li dijî penaberên Kurd û miameleya xirab a bi wan re hatiye kirin, hat protestokirin.