Namzetên Serokkomariyê yên Îranê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:51

Encumeniya Parastina Destûra Bingehîn ya Îranê ji bo hilbijartinên serokkomariyê ji 80’ê serlêdanan namzetiyê tenê 6'ê wan qebûl kir.

Li gorî biryarê Îran dê di 28’ê hezîranê de serokkomarê xwe yê nû hilbijêre. Li gorî medya Îranê propagandaya hilbijartinê îro destpê dike.

Li Îranê 80 kesan ji bo namzetiya serokkomariya Îranê serlêdan kirin. Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê tenê navê 6 kesan pejirand. Li gorî vê yekê tenê namzetiya Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîreza Zekanî, Mesûd Pizîşkiyan, Mistefa Pûrmihemedî û Emîr Hisên Qazîzade Haşimî hatin pejirandin.

Di di 19’ê gulanê 2024'an de helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfa ya Tewrêzê ketibû xwarê û Reîsî miribû. Bi ser vê yekê biryara hilbijartina serokkomariyê hatibû girtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.