ERDOGAN ZAMUR/ZURICH
Li kantonên Swîsreyê Zurich û Baselê, 12 Sibatê hilbiajrtinên parleman û hikûmetê wê bi rê ve biçin. Di hilbijartinên li kantona Zurichê de Huseyin Mamakli yê Kurd jî namzetê parlamenteriya kantonê ye. Ew dibêje, “Em cih bigirin di siyaseta welatê em lê de, em dikarin hinek tesîrê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn.’’
Di hilbijartinên li kantona Zurichê wê hikûmeta ji 7 kesan û parlamena ji 180 kesan diyar bibe. Yek ji namzetan Huseyin Mamakli ye. Mamakli ji navçeya Mereşê Bazarcixê yanê Markazê ye. Ev bêhtir 33 salan e li Swîsre dimîne û ji Partiya Keskan namzet e.
Divê dengê koçberan jî hebe
Ew dibêje, ji bo temsîliyeta koçberan siyaset ferz e: “Pirsgirêkên me koçberan hemûyan hema hema weke hev in. Tevî ku bi salan li vî welatî ne mafê wan ê hilbijartin û namzetiyê sînordar in. Aliyekî kampanyaya me ya hilbijartinê ew e ku koçber li deverên lê ne qet nebe di hilbijartinên cihî de xwedî mafê deng bin.” Ew dibêje, di hilbijartinan de bi ser nekeve jî ew ê karê xwe yê ji bo vê yekê dewam bike.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê
Mamakli nûneriya koçberan di asta federal de jî kêm dibîne û balê dibe ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo koçberan.
Mamakli bang li xelkê kir da ku destekê di hilbijartinan de bidinê û ji bo hilbijartinê wiha peyivî: “Li herêma min a hilbijartinê li ser pusulaya deng di lîsteya 5´an de di rêza 3´yan deme. Hilbijêr divê dengê xwe yê tercîhê bidin. Li deverên din jî ez pêşniyaz dikim ku dengê xwe bidin lîsteya 5´an. Wekî din di hilbijartinên federal ên Cotmeha bê de jî ez namzetê partiya xwe me û di rêza 13´an de di lîsteyê de cihê xwe digirim.”