Munafiq kî ye?

Nûçeyên Forum

Sêşem 22 Kanûn 2020 - 22:50

  • Hersê nîşaneyên munafiqiyê li cem Tayyip Erdogan hene.

Mele Qehreman KOÇER

Bi navê Yezdanê mêhrîban ê dilovan. Ez bi van her du ayetên Qurana pîroz dest pê dikim: Îza qîle lehum la tufsîdo fîilerdî qalû înema nehnû muslîmûn. Ela înehum humul mufsîdone welakîn la yelemûne. Wateya van ayetan wiha ye: “Dema ji wan re hat gotin, xirabiyê li ser erdê nekin, wan got, em tenê qencîkarîn”. Yanî kirêtî û xirabiyên dikin nabînin û naxwazin bibînin. Lewra mirovên xirabkar li gorî berjewendiyên xwe yên kesî xirabiyên xwe başî dibînin. Jiber wê demê bawermendan ji wan re got, xirabiyê li ser erdê nekin. Ewan bersiv da wan kû yên qenciyê dikin ew bi xwe ne. Vêca ayeta diduyê bersiva wan da û wiha ew derewker derxistin: "Gelî bawermendan, agehdar bin û bizanin, ew in yên xirabkar, lê belê ji ber nezanîna wan ew bi xirabiya xwe nahesin û xwe qencîkar dibînin."

Dîsa pêxemberê Yezdan (ss) di hedîseke xwe de wiha dibêjit: Nîşaneyên durûyan sê ne. 1) Gava ewlehî lê hat û xiyanet kir 2) Gava peyman da û lê vebe, 3) Gava axivî û derew kir.

Ha, hem ev fesadî û xirabiya li ser rûyê erdê û di nava gelan de hem ev nîşaneyên durûyan hemû hene di gotin û pêkanîna zatê bi navê Tayyip Erdogan de, ew ê bi navê Îslamê diaxive û dibêje, Bîsmîlah û Ellahûekber. Mînaka xirabî û fesadiyên wî yên li ser rûyê erdê û di nava civakan de jî ev in:

1) Tevilhevî û destwerdana li Derya spî dikit. 
2) Êrişa li ser gelê Ereb û welatê Sûriyê ku tu mafê wî tê de tine. 
3) Dagîrkirina xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê bi sitemkarî. 
4) Destwerdana wî ya li welatê Lîbya berahevdana gelên wê. 
5) Fitne û fesadiya li ser Qerebaxê ya di navbera gelên Ermenî û Azerî de û her wekî din.

Deverên navên wan hatîn rêzkirin û gelek cihên din jî hene ne mafê wî yê kesî ne neteweyî ne jî navneteweyî tê de tineye. Tenê karê fesadî û xirabiyê tê de dikit.
Em li Nîşaneyên durûtiya wî jî dikarîn bi pêkirên berçav wiha rêz bikin: Fethulah Gulen û cemaeta xwe ewleyî pê anîn, yarmetiya heyberî û rewanî danê ta bû endamê wan û kirin serokê şaredariya mezin a Stembolê. Paşê partî jê re ava kirin heya kirin deshilat. Vî zatê li qesrê xiyanet li Fethulah Gulen û cemaeta wî kir. Dîsa bi Abdullah Gul, Alî Babacan û Ahmet Davutoglu bû serokkomar û xiyanet li wan jî kir.

Mînakên xiyaneta vî zatê xwe bawermend dibîne, gelek in. Gelê Anatolyayê û Kurdistanê bi xwe dizanin. Ev nîşaneya yekê ya durûyan e, dema di hedîsê de dibêje: Îza uutumîne xane, yanî dema ewlehî pê hat û xiyanet kir.

Nîşaneya duyem a durûyan ew bû, dema mirov peymanê bide û li peymana xwe vebe. Vî zatê qesrê li ber çavê tevayiya cîhanê û li Amedê peyman da gelê Kurd û gelê Tirk: Pirsgirêka Kurdan pirsgirêka min e, û ez ê çareser bikim. Dîsa heman zatî daxuyanî li ber çavê cîhanê da: Di Komara Tirkiyê de pirsgirêka Kurd tine ye. Gelek mînakên mîna van hene û gelê me ev dîtine.

Nîşana sêyem ya durûtiyê, derew kirine. Ev nîşaneya sisiyê di jîna wî ya rojane de heye. Mînaka wê ya herî eşkere jî derewên di dema hilbijartina xwe ya despêkê de ji gelê Kurd û nexasim ji Sêrtiyan re kirî. Ev hersê nîşan li gorî hedîsa pêxemberê Yezdan durûtiya (munafiqiya) vî zatê qesrê eşkere datîne ber çavan.                                

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.