Erdogan ferman dide

Nûçeyên Dîaspora

În 30 Cotmeh 2020 - 16:08

  • KCDK-E'yê têkildarî êrişa li bajarê Nîceyê ku tê de 3 kes hatibûn kuştin, daxuyaniyek da û got; "Yê ku fermana van êrişên terorê dide Erdogan e" û bang li Ewrûpayê kir da ku Erdogan ê terorîst rawestîne.

Li Dêra Notre Dame ya li bajarê Nice yê Fransayê, êrişek bi kêran çêbû. Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) têkildarî êrişê daxuyaniyek weşand ku tê de 3 kes hatibûn kuştin.
KCDK-E'yê diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û çeteyên wî yên hov li gelek bajarên Ewrûpayê bi çalakiyên terorê mirovên bêguneh dikujin û bi bîr xist ku di encama van êrişan de yên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin kirin, bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Erdogan dixwaze tirsê bixe nava dewlet û gelên Ewropayê, bi çalakiyên terorê şantajê dike û bi vî rengî dixwaze zemînekî qanûnî ji qirkerî û dagirkeriya xwe re amade bike.

Dewleta Tirk êrişan organîze dike

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me bi dehan carî bang li gel û dewletên Ewrûpayê kir ku hay ji vê yekê hebin, tawîzê nedin Erdogan ê terorîst faşîst û pêkanînan lê ferz bikin. Me di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku Erdogan ê dîktator dijminekî gelan e, dijminê mirovahiyê ye.
Hîn nîqaşa li ser bûyera kuştina mamosteyekî Fransî neqediya bû, li bajarê Nice yê Fransayê li pêşiya Dêra Notre Dame 3 welatiyên Fransayê bi êrişeke terorê ya hov hatin kuştin ku 2 ji wan jin bûn. Em gelekî bi vê êrişê êşiyane. Her wiha bi destê Erdogan ê dîktator li bajarê Lyon ê Fransayê çeteyên faşîst daketin kolanan û bi çalakiyeke terorê dest bi êrişa lînçkirinê li dijî gelê Ermenan kirin. Erdogan ew kes e ku fermana van êrişên terorê dide. Li konsolosxane û saziyên Tirkan çalakiyên bi vî rengî tên plankirin û bi cih anîn."

Divê mirovahî Erdogan rawestîne

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewletên Ewrûpayê yên li pêşberî komkujiyên li gelê Kurd tên kirin bi xemsarî tevdigerin, divê van rastiyan êdî bibînin û hate gotin, "Pêwîst e ku Ewrûpa li qada navneteweyî Erdogan mehkûm bike û gelên xwe ji komkujî û çalakiyên terorê biparêze.
Gelên Ewrûpayê ku êşa giran a şerê cîhanê yê 2'emîn hîn ji bîr nekirine, ji bo rawestandina Erdogan ê terorîst divê bikevin nava liv û tevgerê. Rawestandina Erdogan ku Hîtlerê sedsala 21'ê ye, wezîfeya mirovahiyê ye.
Bi navê KCDK-E'yê, em bang li mirovahiyê, gelên Ewrûpayê, dewletên Ewrûpayê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û Erdogan ê terorîst rawestînin. Ji bo pêşî li êrişên nû yên terorê û komkujiyan bigirin, bang li gelan dikin ku li dora têkoşîna yekbûyî bicivin. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji gelan re dixwazin. Ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.