• Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya 2´yemîn li Berlînê hat dawiya hefteyê bi rê ve çû û encamnameya konferansê jî di dawiya konferansê de hat ragihandin.

Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya 2´yemîn li Berlînê hat dawiya hefteyê bi rê ve çû û encamnameya konferansê jî di dawiya konferansê de hat ragihandin. Encamnameyê bal bire ser pêvajoya di navbera her du konferansan de: “Ji konferansa yekemîn a ku beriya du sal û nîvan hat lidarxistin û bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyeyê re zext û zordarî zêde bûne û li hemberî wê jî muxalefetê modelên nû yên berxwedanê bi pêş xistin.” 

Nûnerên sazî, rêxistinên mafên mirovan, siyasetmedar, akademîsyen û aktîvîstên xwedî nihêrînên cuda di konferansê de hatin cem hev û di nava wan du rojan de gelek nîqaş li ser modela nû ya alternatîf a têkoşînê hatin gotûbêjkirin.

Di dewamê de encamnameyê bal bire ser ji nû ve avakirina saziyên çavdêrî û hevsengiyê: “Pêdiviya avahiyeke nenavendî ku li şûna rêxistina navendî ya li ser dîktatoriya yek zilamî, siyaseta herêmî li ser esasê tevlîbûn û lihevhatinê bi pêş bixîne.”

Di dawiya konferansê de sê komên xebatê hatin avakirin û ev jî “Koma Xebatê ya Dîplomasî û Medyayê”, “Koma Têkiliyên Gel”, “Koma Xebatê ya Maf û Edaletê” ne.

BERLÎN