- Serçete Ebdullah Îsmaîl Ehmed got, DAIŞ`ê çeteyên xwe hemû kom kirin û ji her herêmê alîkarî xwest da ku DAIŞ´ê vejîne. Tevgera bi lez a QSD`ê û kontrolkirina wê ya rewşê, pîlanên wan têk birin.
Berpirsê operasyonên terorîst ên li Hesekê, serçeteyê her wiha êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi rê ve bir, Ebdullah Îsmaîl Ehmed li xwe mikur hat ku odeya operasyonan a li hundirê Tirkiyê ferman dane wa û ew jî bi destê MÎT`ê bi rê ve diçe.
Serçete Ebdullah Îsmaîl Ehmed sala 2014`an li navçeya Holê tev li nav çeteya DAIŞ`ê bûye û gelek êrişên li dijî mirovahiyê kirine. Di destpêkê de endamê rêveberiya xebatên lojîstîk bû, paşê dibe berpirsê tabûrên dabînkirina cebilxane, xwarin û sotemeniyê di dema şer de. Piştre ji bo xebatên rêveberiyê li gelek herêman tê erkdarkirin. Herî dawî jî dibe berpirsê ketîbeya “El-Betar” a li bajarokê El-Şefa yê Dêra Zorê.
Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê leşkerî têk çûn, çete Ebdullah Îsmaîl Ehmed li xwe mikur hat ku di warê aborî û fînansê de xebitiye û ji ber vê yekê jî "waliyê" rêveberiya operasyonên li dijî herêma Hesekê, erka wî bilind kiriye. Walî jî kesek bi navê Ebdulezîz bûye. Niha li herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî ye û bi koordîneya odaya îstîxbarata MÎT`a Tirk kar dike.
QSD´ê nehişt çeteyan birevînin
Ebdullah Îsmaîl Ehemd li xwe mikur hat ku êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê, di Sibata bihurî de pirr veşartî bû, ferman ji aliyê waliyê li herêmên dagirkirî hatine ku divê ew alîkariya çeteyên ji girtîgehê direvin, bikin û wan bigihînin cihên ewle û piştre bigihînin Serêkaniyê û Girê Spî.
Tevî israra mezin a kesê bi navê Ebdulezîz ku weke "Walî" tê naskirin û hewldanên çete Ebdullah û komên wî yên terorîst ku xwe bigihînin kesên direvin, QSD`ê serweriya xwe li ser herêmê û rewşê bi giştî zêde kiribû û ji ber vê yekê jî nikaribûn xwe bigihînin kesên direviyan.
Çete Ebdullah got wan agahî ji kesê bi navê Ebdulezîz wergirtiye ku hin çeteyên DAIŞ`ê yên reviyane li taxa Xiwêran in û nêzî mizgeftekê ne, û bi koma xwe hewl da ku xwe bigihîne wan, lê ji ber hebûna zêde ya QSD`ê bi bin ketin. Paşê agahî ji wan re hat ku ew koma reviyabû hate dorpêçkirin û piştî şerekî bi QSD`ê re hatin kuştin.
Armanc vegerandina desthilata DAIŞ´ê bû
Çete Ebdullah Îsmaîl Ehmed di mikurhatinên xwe de got, armancên sereke yên çeteyên DAIŞ`ê ji vê êrişê hebûne, û yek ji wan jî derxistina hin kesên taybet ji girtîgehê bû; ew kes jî lîderên di asta yekemîn de bûne. Wekî din wan xwestiye tevlihevî û tirsê di nava xelkê herêmê de belav bikin û paşê bajarê Hesekê bi giştî bixin bin serweriya xwe û wê weke navenda xîlafetê ya nû ragihînin. Piştî wê jî wan dixwest herêmên din jî dagir bikin, her wiha hêza DAIŞ`ê vejînin.
Serçete Ebdullah Îsmaîl Ehmed got, çeteya DAIŞ`ê çeteyên xwe hemû kom kirin û ji her herêmê alîkarî xwest da ku vê erkê bi ser bixe.
QSD´ê pîlana MÎT´ê têk bir
Serçete Ebdullah got, tevgera bi lez a QSD`ê û kontrolkirina wê ya rewşê, pîlanên wan têk birine.
Wî got, çek dan çeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê, ji kesê bi navê Ebdulezîz û îstixbarata Tirk demançe, çekên bêdeng wergirtin û ji çeteyên kampa Holê re şandin da ku kuştin û tevliheviyê di hundirê kampê de pêk bînin.
DAIŞ`ê bi rêya platformên xwe yên çapemeniyê ragihand ku “dest bi operasyonên berfireh” di 17`ê Nîsanê de di bin navê `rakirina tola Ebû Bekir El-Bexdadî û Qerdaş` de ku di encama operasyonên Koalîsyona Navneteweyî de li herêmên dagirkirî hatibûn kuştin ku Tirkiye wan herêman ewle dibîne.
Ebdulezîz ji navenda MÎT´ê ferman da
Çete Ebdullah Îsmaîl Ehmed behsa amadekirina vê êrişê dike û dibêje, "Me ferman ji kesê bi navê Ebdulezîz girt ku dest bi operasyonan bikin, yên ku armanca wan têkbirina QSD`ê ye. Me çek, cebilxane û mayîn amade kirin. Me kamera danî da ku operasyonên em pêk tînin, belge bikin. 3 koman ev operasyon pêk anî. Her komek ji 2 kesan pêk tê. Çek, mayîn û kamerayên ku hatibûn amadekirin, radestî wan hatin kirin."
Koma yekemîn rêya di navera Hesekê û Dêrazorê de (Xurafî) dişopand û çi tevgera erebeyên QSD`ê yan jî Rêveberiya Xweser dikir hedef.
Koma duyemîn jî di hundirê Hesekê de dixebitî, erebe û nuqteyên leşkerî dikirin hedef. Ya dawî jî di nava tevgerê de bû li bajarê Şedadê û gundewarên wê û nuqte, kes û erebeyên leşkerî bi giştî dikirin hedef.
Çete Ebdullah Ehmed li xwe mikur hat ku ferman ji çeteyê bi navê Ebdulezîz hat ku hin kesayetên navdar werin hedefgirtin û li ser vî esasî ew û koma xwe ketine nava tevgerê da ku êrişê bikin.
14`ê Nîsana bihurî çete Ebdullah Îsmaîl Ehmed di operasyoneke QSD`ê de hate girtin, pê re gelek çek, cebilxane û mayînên ji bo teqandinê hebûn. Her wiha li gorî lêpirsîn û belgeyan hate diyarkirin ku ew ji bo odeya operasyonan a li hundirê Tirkiyê xebitiye û MÎT`ê vê odeyê bi rê ve dibe.
Bi girtina çete Ebdullah Îsmaîl Ehmed re gelek pîlanên terorîst ku dê zerar bidana ewlehiya herêmê û şêniyan, hatin têkbirin.
NAVENDA NÛÇEYAN