Constantin Pikramenos hevnivîskarê kitêba "MIT Le service secret turc" (MÎT, teşkîlata îstîxbaratê ya Tirk) li ser awayê kar ê MÎT'ê li Ewrûpayê bersiv daye pirsên rojnamevan Tony Hapetian. 

Constantin Pikramenos dibêje, MÎT ji sala 2010'an ve bi rêveberiya Hakan Fîdan avahiya xwe guherandiye û bi budceya xwe ya mezin jî hem dronan û hem jî stasyonên guhdarîkirina telefonan û taqîbên din kontrol dike. 

Li ser çalakî û sûcên MÎT'ê li ser erdên Fransayê jî ew dibêje, "MÎT a ku çalakiyên paramîlîter ên bi rastî bi rê ve dibe di heman demê de şerekî bi rastî yê agahiyan û raya giştî jî dimeşîne. Divê mirov tevna mezin a ajanên MÎT'ê beyî ku tesîra wê ya li Ewrûpayê li derve bihêle, nîşan bide. Elmanya û Fransa ji bo çalakiyên MÎT'ê hedefên tercîhkirî ne. Jixwe li Strasbourgê navendeke koordînekirina çalakiyên MÎT'ê heye."

Ew dibêje, îstîxbarata Fransî DGSE û MÎT hev du pirr baş nas dikin û wiha dewam dike: "Elaqedarî rola MÎT'ê di vê hemûyî de, ne dost û ne dijmin hene, tenê berjewendî hene. DGSE û MÎT hev du pirr baş nas dikin. Ismail Hakki Mûsa (sefîrê berê yê Parîsê) ji 2012'an heta 2016'an di nava MÎT'ê de zilamê duyem bû. Bi texmîna min bi hev re dipeyivin û di heman demê de jî sîxuriyê li dijî hev du dikin."

Ew kirinên MÎT'ê yên li Ewrûpayê weke îdîa nabîne û dibêje, "Di dema lêkolînên min ên ji bo kitêbê de min berê xwe da kirinên MîT'ê ên di navbera 2010 û 2020'an de. MÎT'a Tirk [li Ewrûpayê] xelkê fîş dike, giliyê wan dike. Kampanyayên şopandina mirovan hene, heta gefxwarin, tacîz û hewldanên kuştînê jî, yan jî çawa ku li naverasta Parîsê kirin, kadroyên PKK'ê qetil kirin. Ev hemû jî beşek ji kirinên MÎT'ê ne di bin rêveberiya Hakan Fîdan de."

Kitêba "MIT Le service secret turc" îsal bi hevnivîskariya Constantin Pikramenos û Savvas Kalenteridis ji weşanên VA Editions derçû.

PARÎS