Mihrîcanek ji hunerên gelan re

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Cotmeh 2020 - 23:02

Bi diruşma "Bi hev re mîras û kevneşopiya mezinên xwe vejînin", pêr êvarê mihrîcana Kevneşopî û Mîrasê ya muzîk û stranan li bajarê Tebqayê dest pê kir.
Komîteya Çand û Huner, mihrîcan li pêş Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya 5 komên stranên Erebî û Kurdî li dar xist. Rewşebîrên herêmên Cizîr û Firatê, hevseroka Desteya Çand û Huner a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayşe Receb, hevseroka Meclisa Qanûnsaz û Rêveberî ya Tebqayê û nûnerên hêzên leşkerî û ewlehiyê jî beşdarê mihrîcanê bûn.
Hevserokê Komîteya Çand û Huner a Tebqayê, Elî Elaya lidarxistina mihrîcana yekemîn li herêmê pîroz kir û got, "Par vî çaxî, dewleta Tirk bi navê Kaniya Aştiyê dest bi sûc û êrişên xwe yên hovane yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lê ew jî kaniya wêrankirin, koçberkirin û qetilkirinê bû ku di bin ala xewna vegerandina osmaniya nû li herêmê de pêk hat. Hê jî siyasetên tirkkirin û guhertina demografiya herêmê dewam dike."
Piştre zêdetirî 15 hunermedan li ser dikê stranên gelerî yên Kurd, Ereb û Suyaniyan pêşkêş kirin.
Dûvre tîma Beyt El-Esîl stran pêşkêş kirin, tê de rengê mîrasa gelê Sûriyê hebû. Her wiha koma folklora Kurdî gelek stranên mîrasên Efrînî pêşkêş kirin.
Li aliyekî din jî koma Turas Dêrazorê stranên cûr bi cûr ên bi zaravayê şêniyên Dêrazorê pêşkêş kirin.
Mihrîcan îro jî dewam dike û piştî ku bi dawî bû, heman bernameya wê wê li bajarê Mensûra yê li rojavayê Tebqayê jî bê îcrakirin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.