Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi dana xelatan bi dawî bû.
Mihrîcana 6ʹan a Şehîd Yekta Herekol 27ʹê Adarê bi dirûşma "Şano derbirîna mozayîka gelan e" dest pê kiribû. Mihrîcan doh bi dana xelatan bi dawî bû. Bi sedan kes, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mihrîcanê bûn.
Hevseroka Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Mihemed, mihrîcan li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên tevgera çand û hunerê pîroz kir. Sumeye Mihemed got, “Piştî bêhtirî 4 mehan ji amadekariyan, em îro mihrîcana ku hemû pêkhate tê de beşdar bûn, bi dawî dikin. Bi taybetî em bi beşdariya koma şanoyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî kêfxweş in.”
Hunermend Pêşwa Remezan bi zaravayên kurmancî û soranî stran gotin. Her wiha şanoya kurt a bi navê ʹGelo te kes kuştʹ a derhêner Xelîl Tehlo û nivîskar Ebdulfetah Qelacî hat nîşandan. Koma Şehîd Welat a dîlanan jî hunerên xwe nîşan dan.
Girîngiye bidin nivîsên ciwanan
Di mihrîcanê de rapora komîteya nirxandinê ya derbarê mihrîcanê de hat xwendin. Di raporê de îşaret bi beşdarbûna balkêş a jinan a ji bo mihrîcanê hat kirin. Her wiha heta gotin, li şûna wergerandina metnan divê girîngiyê bidin nivîsên ciwanên herêmê. Li ser wê esasê, komîteya nirxandinê biryar da ku mihrîcana bê li ser 2 dikan û di demên cuda de were lidarxistin da ku derfeta beşdarbûnê li ber hemû koman bê vekirin û dekor û ronahî baş werin amadekirin.
Şanoya ʹKoça bazên bejahîʹ wek metna herî baş hêjayê xelatê hat dîtin, xelata sînografyayê ji bo komîteya şopandinê hat dayîn. Her wiha xelata baştirîn lîstikvanê rola yekem ji bo lîstikvanê rola Dilcan Oso û baştirîn rol ji bo zaroka bi navê Mîran Elo û baştirîn lîstikvana rola duyem ji bo Sema Zîlan û rola yekem ji bo Îzdîhar Tahir hatin dayîn.
Xelata baştirîn derhênerî jî bû para derhênerê lîstika ʹBiborînin Mem û Zînʹ, Mihyedîn Arslan. Xelata baştirîn lîstikê jî ji bo lîstika ʹBerf jî diêşeʹ wergirt.
Her wiha komîteya nirxandin û temaşekirinê xelateke taybet da koma Kaya ya ji Rojhilatê Kurdistanê. Kongra Star jî xelat da heman komê.
ANHA/QAMŞILO