Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol ya 6’an bi nîşandana şanoya ʹKevirʹ dest pê kir.

Bi dirûşma "Şano derbirîna mozaîka gelan eʹʹ, mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi sedan şênî, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û derhênerên şanoyê, hîndekarên beşê wêjeya kurdî ya Zanîngeha Rojava, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û nûnerên Meclisa Jinan a Sûriyeyê tev li mihrîcanê bûn.

Axaftina destpêkê ya mihrîcanê ji aliyê cîgira hevserokatiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Maryana Zekî Aho ve dest pê kir. Maryana Zekî Aho bi xêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya şanoyê got: "Şano wijdan û neynika civakî ye. Her wiha roleke girîng di çareserkirina pirsgirêkên civakê de dilîze." Maryana anî ziman ku têkoşer Yekta Herekol bi çalakiya xwe wmaneyeke nû da şanoyê û kir hunerek ku bi vîna gelan têkel be.

 

Mazlûm Dogan û Mahsûm Kormaz bi bîr anîn

Endamê Komîteya Amadekar a mihrîcanê Xelîl Tehlo jî axivî û got, dirûşma mihrîcana 6ʹan a Şehîd Yekta Herekol pirrengiya çandî ya li herêmê nîşan dide û diyar kir ku di mihrîcana îsal de beşdarbûnek ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî heye. Xelîl Tehlo bi boneya hefteya lehengiyê jî şehîd Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz bi bîr anîn. Her wiha mihrîcan li Rêber Abdullah Ocalan û hemû şehîdên azadiyê pîroz kir.

Piştre sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Yekta Herokol hat nîşandan.

 

Mihrîcan heya 2’yê Nîsanê dewam dike

Piştre jî şanoya bi navê Kevir a Koma Renîm a girêdayî navenda Mihemed Şêx hat nîşandan. Nivîskarê şanoyê Feysel Xelel û Riyad Îsmet e û derhênerê wê Kamîran Caro ye.

Di şanoyê de 3 şangor rola jin, mêrê desthildar û hunermend dilîzin. Şano balê dikişîne ser kevirekî ku sembola berhemên fikirî yên mirovan e. Her wiha îşaretê bi hewldanên hêzên desthilatdar ên bi rêbazên leşkerî, bi pere û jinan ên ji bo bidestxistina vî kevirî. Lê ruxmî hemû hewldanan leşkerî yên hêzên desthildar, peykersazê ku kevir çêkiriye, kevir diparêze û bi ser dikeve.

Mihrîcan wê  heta  2ʹyê Nîsanê dewam bike. Rojane wê du şano werin pêşandan û semîner li ser şanoyê werin dayîn.

ANHA/QAMIŞLO