Çalakiyên Mihrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn li bajarê Minbicê pêr dest pê kir û doh bi dawî bû.
Mihrîcan li hola Navenda Çand û Huner a Minbicê hate lidarxistin. Di mihrîcanê de stran û şano bi beşdarbûna Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmenan hatin pêşandan.
Jinên ji Dêrazorê, endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ji Reqa, Tebqa, Kobanê û dayika şehîd Hevrîn Xelef yadê Sûad Mistefa jî beşdarî mihrîcanê bûn. Di roja duyê yanî doh de stran, helbest, şano hatin pêşkêşkirin. Koma Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê bi navê "Keda Jinan" lîstikeke şanoyê pêşkêş kir. Helbestvan Heya Welîd El-Îsa jî helbest xwendin. Koma Minbicê ya şanoyê jî şanoyek bi navê "Jina ku namire" a li ser berxwedan û têkoşîna jinan, pêşkêş kir.
Di dawiyê de komîteya amadekar komên beşdarî mîhrîcanê bûn xelat kirin.
ANHA/MINBIC