Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê ya 21’an, li Dêrsimê bi dirûşmeya, “Em Li Dijî Talana Madenê Xweza û Jiyanê Diparêzin” dest pê kir. Roja ewil konserên ku bi hezaran kes beşdar bûn pêk hatin. Ulaş Delî, Mûsa Bakî, Erdal Erzîncan, Mengene, Metîn-Kemal Kahraman, Hakely Feat, Ensenble Kubafonica derketin ser dika ku li Qada Seyîd Riza hate danîn.
Beşdarên mihrîcanê her wiha qedexeya walîtiyê jî şermezar kirin û bal kişandin ser qirkirinên xwezayê.
Beşdarên mihrîcanê bi stranên hatin gotin gelek kêfxweş bûn. Hunermendên li ser dikê stran gotin, behsa girîngiya parastina xwezayê kirin. Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacer ê diyar kir ku ewilî mihrîcan di salên 90’î de hate qedexekirin, da zanîn ku qedexe didomin û got: “Dibe ku Grûp Yorûm, Grûp Îsyan Ateşî di nav me de nebin, lê em ê wan bi stranên ku wê bên gotin bibîr bînin. Em ji vir diyar dikin ku em ê mihrîcanê li gorî ruhê Dêrsimê pêk bînin. Ji ber em li dijî zilmê li ber xwe didin tên astengkirin. Em çanda qedexeker qebûl nakin û qedexeyan şermezar dikin.” Tacer herî dawî anî ziman ku dê li dijî zilmê û talana xwezayê têkoşînê bidomînin.
Bal kişandin ser zext û astengiyan
Di çarçoveya mihrîcanê de li navçeya Pertag a Dêrsimê konserek hate lidarxistin. Di konsera vê derê de Diyap Aga, Ozlem Bîter, Hasan Alî, Grûp Vardiya, Cem Erdost Îlerî, Mîkaîl Aslan, Tara Mamedova, Cevdet Bagca û Baba Zûla derketin ser dikê. Xelkê tevî hunermendên li ser dikê stran got û wan li ser dikê bi tenê nehêla. Di konsere de dîsa bal kişandin ser talana xwezayê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû ya di konserê de axivî, feraseta qedexeker a walîtiyê şermezar kir. Kordû, bal kişand ser gotinên Diyanetê jî û anî ziman ku dê li dijî zext û astengkirinan li ber xwe bidin.
Li Pulurê jî konser hebû
Di konsera li Pulurê hate lidarxistin de jî Mûrat Akar, Serhat Şamderelî, Koroya Venge Ma, Vedat Gundogdû, Şîrîn Demîrtaş, Alî Haydar Guçlu, Jara Çîmen, Harûn Gumuş û Zeynep Bakşî Karataş derketin ser dikê. Li vir jî stranbêj bi zimanên cuda stranan gotin û kesên hatibûn guhdariya wan bi stranan kêfxweş bûn.
Konserên di çarçoveya mihrîcanê de li sê navendan didomin.
MA/DÊRSIM