Mihrîcana Mûnzûrê ku hunermend Aram Tigran lê hate bibîranîn, bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû.

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya 21’an bi dirûşmeya “Em Li Dijî Talana Madenê Xwezayê û Jiyanê Diparêzin” hate lidarxistin bi konsereke li Qada Seyît Riza hate dayîn bi dawî bû. 

Hunermend Hasan Alî ewilî derket ser dikê, strana ku ji bo şervanekî ji Gimgimê yê dema li Serêkaniyê li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, çêkiribû got. Dîsa Hasan Alî di salvegera mirina wî de hunermend Aram Tigran bi bîr anî û ji bo bîranîna wî strana “Ay Dîlberê” got. Gelek kesan bi wî re stran gotin. 

Grûp Munzûr a piştre derket ser dikê û bertek nîşanî qedexekirina Grûp Yorûm û Grûp Îsyan Ateşî da. Grûp Mûnzûr bi stranên berxwedanê xelkên li konserê kêfxweş kirin. Bi hezaran kesên bi komê re stran gotin dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. 

Piştî konsera Yilmaz Çelîk, Apolas Lermî derket ser dikê. Kêf û coşa beşdaran bi stranên Lermî zêdetir bû. Apolos Lermî piştre jî Mîkaîl Aslan vexwend ser dikê û bi hev re stranên Kirmanckî gotin. Aslan ê beriya gotina stranan axivî got: “Kesên di navbera gelan de pirên hezkirinê çêdikin dê cihê xwe yê di dîrokê de bigirin. Kesên di navbera gelan de dijminatiyê dikin jî dê di dîrokê de winda bibin.” 

Piştî axaftina Komîteya Amadekar a Mihrîcan û Konseran, mihrîcan bi stranên Zeynep Bakşî bi dawî bû.

MA/DÊRSIM