OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL
Hevseroka KAYY-DER'ê Bîlsen Ozdogan got, tê xwestin navê “borega kurd” wekî "kut" bê guherandin û got, ew ê li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bisekinin.
Komeleya Alîkarî, Bipêşxistin û Çandê ya Gêxî, Dep, Xorxol û Çêrmê (KAYY-DER), di 17'ê Îlonê de li Beykoza Stenbolê Mihrîcana Borega Kurd a 6’an li dar xist. Bi sedan kes tev li mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de boreg dan mêvanan. Di mihrîcanê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku piştî Darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yî, hatiye xwestin ku navê borega kurd wekî "kut" bê guherandin.
Hevseroka KAYY-DER'ê Bîlsen Ozdogan bang kir da ku her kes xwedî li Kurdî, nasname û çanda Kurdî derkeve. Ozdogan bal bire ser girîngiya borega Kurd û got: "Mûcîdê borega Kurd, ji herêma Bîlîce ya Çewligê Mehmet Efendiyê Bîlîceyî ye. Ew, ji ber ku kesekî şên bûye, wekî 'Rengo Mehmet' hatiye naskirin. Lewma ji bo me pirr girîng e."
‘Borega kut’ serkutkirina Kurdî ye
Ozdogan, diyar kir ku ew wekî komele her tim li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê ne û bal kişand ser hewldanên ji bo guherandina navê borega kurd. Ozdogan da zanîn ku borega kurd ji salên 1890'î ve tê çêkirin û ev tişt gotin: "Ev borega ku em wekî borega kurd dizanin û wê dixwin, di demên dawî de bi navên cuda yên wekî 'borega kut' û 'borega hemal' tê binavkirin. Lê çawa em li dijî çandên xwe yên hatine asîmîlekirin têdikoşin, em komele di vî warî de jî xwedî helwêst in. Têkoşîna me dê bidome ku ev her wekî borega Kurd bê naskirin. Tew me di sala 2018'an de patenta wê jî wergirt. Bi taybetî em ji sala 2016'an ve dixebitin da ku gelê me û karsazên ku vê boregê difiroşin, ji bo navê wê neyê asîmîlekirin, hewl bidin.”
Divê her kes zanibe em ji ku ne
Ji kesên tev li mihrîcanê bûn, Hediye Arda jî got, divê zarok zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin û got, ew tenê ji bo boregê nehatine mihrîcanê. Ardayê bang li Kurdan kir da ku bibin yek û got, "Zimanê xwe ji bîr nekin. Divê her kes zanibe em ji ku ne, em ji ku hatine û çi ne."
Zeynep Kûloglû jî ku ristik û zendikên ku wê bi xwe çêkirine, anîne mihrîcanê; wê got, armanca mihrîcanê ew e ku çanda wan winda nebe û bal bire ser hewldanên ji bo asîmîlekirina borega Kurd. Zeynep Kûloglûyê got, "Li vî welatî rêz ji bo kedê tine ye. Lewma em dixwazin xwedî li çand, nasname û mafên xwe derkevin." Kûloglûyê destnîşan kir ku mihrîcanên bi vî rengî girîng in û got, "Em hene û em ê tim hebin. Zimanê me nasnameya me ye. Têkoşîna ji bo azadiya jinê gaveke gelekî xweş e."