Mihrîcana Lêlûn dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 26 Îlon 2020 - 03:00

Di roja 4’an a Mihrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî de pêr 12 film hatin nîşandan. Li kampa Berxwedanê 5 û li Serdemê jî 7 film hatin nîşandan.
Filmên li Kampa Berxwedanê hatin nîşandan ev in:
Filma Têla Kincan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derhêner Mehmûd Çiqmaqî, White fish season (Sezona masiyê spî) ji Îranê, CV ji Mexribê, Orange man derams (Xewnên zilamê pirteqalî) ji Iraqê, Under the shadow (Li bin siyê) ji Urdunê.
Li Kampa Serdemê jî Narrgese Mast ji Îranê, Juan Viento ji Arjantînê, Elephant bird (Teyrê fîlî) ji Efxanistanê, Irony (Îronî) ji Awustralya, Beware the wolf (Hay ji gurî hebe) ji Fransayê, Electric ji Fransayê, Dengê daholan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîşandan.

Dîsa herî zêde film ji Îranê ne

Doh bi xwe, li Kampa Berxwedanê The long nigt of imagination (Şeva dirêj a xeyalkirinê) ji Spanyayê, Above the knee (Di ser kabokê re) ji Misrê, A.D.A.M ji Tişêlî, Spining top ji Iraqê, Gora 8, ji Rojava, Husu ji Tirkiyeyê hatin nîşandan.
Li Kampa Serdem jî Finding bees (Dîtina mêşên hingiv) ji Mecaristanê, Toujane ji Tunisê, Handshake (Silava destan) ji Yewnanistanê, Paqijkerê kulekan ji Frnasayê, Meqsûd ji Helebê, Song sparrow ji Danîmarkê, The eyes the artist (Çav, huner) ji Maltayê, Mime your manners (Texlîta hal û tevgerên xwe bike) ji Emerîka, The same story (Heman çîrok) ji Spanyayê hatin nîşandan.
Îro roja dawî ya nîşandana filman e. Li Kampa Berxwedanê The old man and the singer (Kalemêr û stranbêj) ji Îranê, Ber bi rojê ve ji Rojava, Return (Veger) ji Tirkiyeyê, Tûreşk ji Yewnanistanê, El-Miwazî ji Rojava, Hopa in painting, Nêçîrvanê Dîn ji Rojava, DIS-PLAY ji Îtalyayê, Keep your first purpose ji Çînê, Fundamentalîzm ji Slovenyayê, Lionverse ji Hong Kongê, tên nîşandan.
Li Kampa Serdemê jî Zhirleh ji Îranê, Korona-dawiya cihanê ji Hindistanê, Lowest floor (Qata herî jêr) ji Îranê, The Castel (Kelih) ji Îranê, Play with pain, ji Îranê, Finish ji Îranê, Command ji Îranê.

ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.