Mihrîcana Amara bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Çiriy 2020 - 21:43

Mihrîcana Amara ya 1ʼê ya çandî, wêjeyî û werzişî ku li Şehbayê hatibû lidarxistin di roja xwe ya sêyem û dawî de bi xelatkirina endamên mihrîcanê bi dawî bû. Tevgera Çand û Huner û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê di 16'ê Cotmehê de mihrîcan dabû destpêkirin. Mihrîcan bi beşdarbûna hemû endamên dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Tevgera çand û Huner a Herêma Efrînê, Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Partiya Koalîsyona Demokratîk, Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê û gelê Şehbayê pêk hat. Mihrîcan li navenda Çand û Huner a navçeya Ehdes a ser bi Kantona Şehbayê pêk hat.
Di roja sisiyan de yanî doh, ji Rêveberiya Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Sebah El- Nasêr peyivî û got, "Rola jinên Şehbayê di mihrîcana Amara de gelek e, û di warê zextên civaka kevneperest de guhertineke mezin bi xwe re aniye."
Piştî axaftinan, Hunermend Cuma Reşo û Koma Awazê Şehba stran gotin.
Koma Şehîd Dilşêr Kefer Nasêh a govendê hunerê xwe pêşkêş kir, piştî wê lîstîka şanoyê ya bi navê "Teqez em ê bi ser kevin" hat pêşkêşkirin. Piştî wê Koma Şehîd Xebat a Stran gotin û Koma Şehîd Axîn Zîlan a govend hunerê xwe pêşkêş kir. Di mihrîcanê de wekî din panêlek li ser helbestan hat lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê, Desteya Ciwanên Werzişê a herêma Efrînê û Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê komên beşdarî mihrîcanê bûyî xelat kirin.

ANHA/ŞEHBA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.