Mifteya deriyê Îmraliyê di destê civakê de ye

Şemî 10 Tebax 2024 - 01:45

ROZA METÎNA/AMED

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku sedema tecrîda giran lawazî û têkçûna pergala Netew-Dewletê ye  û got,’’Êdî mifteya deriyê Îmraliyê di destê civakê de ye. Mifteya deriyê Îmraliyê fikr û felsefeya Rêber Ocalan e. Em çiqas karibin fikrên wî belav bikin em ê  ew qas karibin hêza li dijî tecrîdê jî mezin bikin. Wê demê şikandina tecrîdê jî hêsan dibe.”

Têkoşîn û çalakiyên li dijî tecrîda giran û binpêkirina mafên li girtîgehan her wiha ji bo çareseriya meseleya kurd li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dewam dikin. 

Cezayê disîplînê amûra ‘rewakirinê’ ye

 Têkilî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, rojnameger Mehmet Alî Ertaş destnîşan kir Hêzên Sermayeder û Modernîteya Kapîtalîst fikrên Ocalan ji bo xwe taloke dibînin, ji ber vê tecrîdê datînin, gotina Wezîrê Tirk Yilmaz Tunc ku gotibû, ‘’tecrîd tine’’ bi bîr xist û got, ‘’Li ser navê dewletê, li ser navê pergala Modernîteya Kapîtalîst li ser navê Sermayedar û tekelê diaxive. Ji ber vê yekê erka wî ew e ku rastiyê înkar bike. Eger rastiyê înkar neke, wê demê divê cihê wî ne li gel dewletê be. Sedema qutkirina hevdîtinê jî bersiva bide tune ye. Wekî pêvajoyek cezayê dîsîplînê pênase dike û dixwaze vê tecrîdê rewa bike.’’

Ertaş bi domdarî diyar kir sedema tecrîda giran lawazî û têkçûna pergala netew-dewletê ye, çendî lawaz dibin ew qasî tecrîdê giran dikin.

Tecrîd û êrîşên li ser çand û ziman têkilî hev in

Derheqê têkiliya êrîşên van demên dawî yên li ser çand û zimanê Kurdî û tecrîda li ser Rêber Ocalan jî Ertaş got,’’Eger em çand, ziman, huner, sinc, dîrok/hafiza û nirxên civakî yên manevî wekî lebatên (organên) bedena civakê û neteweyekî bibînin, wê demê em dikarin qedexe û astengiyên li ser ziman û çandê jî wekî vîrûs û bakteriyan pênase bikin. Ji bo vîrûs û bakterî karibin bi hêsanî bi lebatên mirov re şer bikin, divê  parastin tune be. Ji bo parastin tune be jî divê fikrên Rêber Ocalan bên tecrîdkirin. Çiqas karibin fikrên Ocalan tecrîd bikin, dê karibin ew qas parastinê lawaz bikin. Dê karibin ew qas êrîşên xwe zêde bikin. Ji ber vê yekê yekser têkiliya tecrîdê û êrîşên li ser ziman, çand, huner û folklorê bi hev ve girêdayî ye. ‘’

Ji bo talanê tecrîdê datînin

Ertaş her wiha êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê jî bi tecrîdê ve ya li ser Rêber Ocalan şîrove kir û got,’’Sedema şer jî û talankirina ekolojiye jî bi hev ve girêdayî ye. Dixwazin bi şer, kaos û qeyranê pêş bixin. Da ku bi hêsanî karibin pergala xwe li vir serwer bikin. Ji bo karibin bi hêsanî talan û wêran bikin û bi hêsanî şer pêş bixin divê tecrîd bikin. Ji ber ku armanca tecrîdê şikandina parastina bedenê ye. Yê ku bedenê diparêze mejî ye. Dixwaze mejî û bedenê ji hev qut bike û li gorî xwe bedenê bi teşe bike. ‘’

Bi belavkirina fikrên Ocalan tecrîd qels dibe

Ertaş bi domdarî destnîşan kir fikirên Ocalan tecrîd şikandiye û got,’’Ew çiqas tecrîd bikin jî êdî fikr û felsefeya Rêber Ocalan tecrîd şikandiye. Êdî mifteya deriyê Îmraliyê di destê civakê de ye. Mifteya deriyê Îmraliyê fikr û felsefeya Rêber Ocalan e. Em çiqas karibin fikrên wî belav bikin em ê  ew qas karibin hêza li dijî tecrîdê jî mezin bikin. Wê demê şikandina tecrîdê jî hêsan dibe. ‘’

Helwesta CPT’yê dirûtî ye

Herî dawî rojnameger Ertaş helwesta CPT’yê weke ‘’dirûtiyê’’ pênase kir û got,’’Helwestek dirû ye. CPT saziyek dewletan e. Tirkiye jî dewlet e. Ji ber vê yekê CPT neçar e ku Tirkiyeyê biparêze. Helwestek dirû ye. CPT, Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan di encamê de her çend hemû wekî saziyên li dijî tecrîd û parastina mafên mirovan bên dîtin jî di esasê xwe û rastiya xwe de dema mijar dibe dewlet û muxalifên li dijî dewletê vê carê nêzîkatî tê guhertin û dewletê diparêzin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.