Daxwaza me azadiya Ocalan e

Şemî 21 Kanûn 2024 - 02:40

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno ku di heyeta navneteweyî de cih girtin, balkişandin ser rola azadiya Abdullah Ocalan û got: “Wek heyeta ji parlamenterên parlamentoya Ewropayê pêk tê, armanca me daxwza azadiya Abdullah Ocalan û bangên wî yên ji bo aştiyê esas bên girtin e.”

Şerê li Sûriye û Rojhilata Navîn her diçe dijwar dibe û ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve daxwaza aştiyê tê dubarekirin. Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan piştî salan şûnde di 23’yê Cotmehê de çû Îmraliyê û hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de  Abdullah Ocalan got: “Em dikarin pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin. Me dikaribû ev di 2000’î de çareser bikira. Di 1999’an de jî min got ez ji çareseriyê re dikarim xizmetê bikim. Min di 2000’î de jî got, niha jî dibêjim. Lê niha rewş kişandine aliyên cuda. Gotin ‘Apo dixwaze xwe xilas bike’. Em hîna di nokteya ku hatinê de ne. Hîna mijara li parlamentoyê tê axaftin ev e. Sal 2024’e, hîna şer hîna neçareserî û pevçûn heye.” Abdullah Ocalan gotibû tecrîd hîna didome û divê ji bo aştiyê şert û merc bên avakirin.

Piştî vê hevdîtinê heyeteke navneteweyî ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike di 3’yê Kanûnê de hatin Enqereyê. Li ser navê Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Îtalyayê Francesa Baruffaldî di heyetê de cih girt. Ji La Confederazione Generale Italiana del Lavoro (CGIL Lombardia), Francesca Baruffaldî û nûnera Federazione Lavoratori della Conoscenza (FLC CGIL) Caterîna Posterîno ku di heyetê de cih digirtin der barê serdan û şerê li Rojhilata Navîn didome de nêrînên xwe anîn ziman.

Daxwaza me azadiya Ocalan e

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno diyar kir ku ji bo peyama Abdullah Ocalan esas bê girtin serdana Tirkiyeyê kirine û got rewşa girtîgehan jî ji aliyê heyetê ve tê şopandin. Francesca Baruffaldî û Caterina Posterîno wiha got: “Wek heyeta ji parlamenterên parlamentoya Ewropayê pêk tê, armanca me daxwza azadiya Abdullah Ocalan û bangên wî yên ji bo aştiyê esas bên girtin e.”

Binpêkirinên li girtîgehan 

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan demokrasiya li welat nîşan didin û got: “Binpêkirina mafan a li girtîgehan mijareke ku divê teqez delegasyonê bi kûrahî lêkolîn bikira. Ji ber rewşa girtîgehan asta demokratîkbûna welat nîşan didin.”

Divê aştî bê axaftin

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn û Sûryeyê ji mijara Kurd cudatir nikare bê  destgirtin û wiha bi lêv kirin: “Di şerê ku her diçe giran dibe de divê di esasa pozîsyona Abdullah Ocalan de tevbigerin. Di vê dema ku tansiyoan li Rojhilata Navîn evqas bilind e de divê mijara Kurd li gorî pozisyona Abdullah Ocalan bê dest girtin. Li gorî me ev girîng e. Divê demildest aştî bê axaftin û bikeve rojevê.”

Aştî ya esas e

Francesca Baruffaldî û Caterîna Posterîno di berdewamiyê de wiha gotin:” Rewşa Rojava her tim zehmet bû. Tirkiye ya di mijara Sûriyeyê de di rola sereke de ye, dest ji plana xwe ya li bakurê welat bernade. Ji bo hêzên navneteweyî niha ya girîng ne aştî û wekhevî ye. Mixabin a girîng ne jiyana mirovan e. Çek û hêz in. Tiştên çend roj in li hember modela Rojava pêk tên ne xêr e. Ji aliyê wêdetir berê xwe didin tiştên cuda. Divê ji ber vê aştî her kesî eleqeder bike. Ev ji bo me ya esas e.”

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.