Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
Şemî 14 Çile 2023 - 02:34
- HDP: Heta ku dengê birêz Ocalan neyê bihîstin, wê şer dijwartir bibe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê desthilatdarî vê bibîne. Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxe û bikeve tevgerê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dest bi Nobeta Edaletê kiribû û çalakiya parlementeran dewam dike.
Parlamenter Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan.
Kurdistan û Tirkiye di tecrîdê de ye
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye û got: “Îro tevahiya gelên Tirkiyeyê bi tecrîdê hatine dorpêçkirin. Îro aloziyên siyasî, aborî û civakî ku li Tirkiyeyê rû didin, bi tecrîdê ve girêdayî ne. Ev polîtîka parçayek dijminatiya kurdan e.”
Şer gelan feqîr dike
Kaçmaz daxuyaniyên Nurettîn Canîklî yê AKP’yî têkildarî budçeya 2023’yan bi bîr xist û got; “Ji şer re budçe heye. Ji dijminatiya kurdan re budçe heye. Lê belê ji bo gelên Tirkiyeyê budçe nîne. Şer gelan feqîr dike. Birêz Ocalan dikare vî şerê 40 salî biqedîne. Birêz Ocalan dikare aştiyek birûmet mayînde bike.”
Li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê
Kaçmaz anî ziman ku du sal in xeber ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û daxuyaniiya xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku dengê birêz Ocalan neyê bihîstin, wê şer dijwartir bibe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê desthilatdarî vê bibîne. Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxe û bikeve tevgerê.”
MA/ENQERE