Li gorî dosyaya Antonia Ratti ya di National Geographicê de weşandî, mirov dikare şaristaniya kevnar a nêzî bajarê Cîroft ê li Ostana Kermanê li Îranê, ji şaristaniyên Kevnar ên Mezopotamyayê bihesibîne.
Ev şaristanî jî sala 2002´yan hêdî hêdî hatibû nasîn. Piştî lehiyekê, sala 2001´ê qaçaxçiyan gelek berhemên kevnar ên weke xişir, sîleh, seramîk, tas û textikên lîstikan ên li ser wan fîgurên mirov û heywanan hebûn, xistin bazara antîkayan.
Polêsê Îranê sala 2002´yan derxist holê ku komek qaçaxçiyan lodekî mezin hazir kiriye da ku bifiroşin seranserê dinyayê.
Ev berhem ji Geliyê Çemê Halîl, nêzî bajarê Cîroft bûn.
Destpêka sala 2001´ê lehiyekê kiribû ku goristaneke antîk derkeve holê. Xelkê deverê û qaçaxçiyên berhemên dîrokî jî ew der zûzûka talan kiribû.
Piştî lêkolîn û erdkolanên arkeolojîk derket holê ku şaristaniya li vir, hema hema 5 hezar salî bûye, yanî ji serdema brozê bûye.
Piştî kolanên arkeolojîk ên sala 2003´yan du girên ji hev qederê kîlometreyek û nîvê dûr, nêzî goristanê hatin dîtin. Yek ji van perestgehek bû, yê din jî hesarek bû. Lêkoler bawer dikin meydana fereh a di navbera wan de bajarek bûye. Li gorî vê di hezarsala sisiyan a beriya mîladê de Cîroft navendeke bajarvaniyê ya deverê ye.
Di berheman de derdikeve holê ku mîta tofanê li cem wan jî heye ku gelekî dişibe efsaneya Gilgameş a Sumeran. Tiştên dişibin hev ewqas gelek in ku hin lêkoler dibêjin, navenda şaristaniya Mezopotamyayê berferehtir bûye.
Li vir lewhayên kîlî jî hatin dîtin; nivîsên li ser wan du reng in. Yek jê dişibe nivîsa Elamî ya lînear. Ya din bi formên geometrîk e û berê nehatiye dîtin.
Lêkoler difikirin, dibe ku navenda şaristaniya Cîroft, Aratta be. Di helbestên Sumerî de bi dewlemendiya wê behsa Arattayê tê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN