- Fînala "Newroza Serketinê ya Serdemê" ya li Ewrûpayê di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadîyê ye" de li Frankfurtê bi heybet bû. Meydana Rebstockparkêya li Frankfurtê têra dehhezaran Kurdî û dostên wan nekir.
ERDAL BAZ/ERKAN GULBAHÇE/M. ZAHİT EKÎNCÎ/FRANKFURT
Newroza fînalê ya 2023'an a Elmanyayê ya KON-MED'ê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedanê 51’emîn Newroza Rêbertiyê”, li bajarê Frankfûrtê li meydana Rebstockpartê bi heybet hat lidarxistin. Bi deh hezaran Kurd û dostên wan ên ji eyalet û bajarên cuda yên Elmanyayê hatin, beşdarî pîrozbahiya Newroza fînalê bûn. Ji aliyê KON-MED û federasyonên girêdayî wê ve xelk ji 163 navendên Elmanyayê bi otubusan û bi maşînên xwe yên şexsî hatin meydana Newrozê. Li eyaleta NRW´ê ji ber ku şirketên otobosê di kêliya dawiyê de lihevhatina xwe betal kir, xelkê xwe bi trênan gihand meydana Newrozê. Ev Newroz diyarî kesên di erdhejên navenda wan Mereş de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin. Jixwe dahata ji Newrozê jî wê bi temamî ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.
Ji Komîteya Amadekar Ergîn Sever got, elaqe ji hêviya wan bêhtir bûye. Wî da zanîn ji ber kêmbûna maşînan, wan biqasî kesên xwe gihandin meydanê, nekarî ewqas xelkê jî bigihîne meydanê.
Li dijî qedexeyê “Bijî Serok Apo"
Beriya bername dest pê bike, baranê bi carekê xweş kir; lê vê yekê nekir ku xelk neyê meydanê. Astengiyeke din jî polêsê Elman bû: Çawa ku bernameyê dest pê kir, wan xwest alayên PKK´ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan neyên hildan. Xelkê meydanê bi gotina sloganên "Bijî Serok Apo" bersiva wan da.
Hevserokên KON-MED´ê Zubeyde Zumrut û Engin Sever ji xelkê re peyivîn. Zumrut got, “Gelê Kurd tevahiya meydanên Newrozê tije kirin û bi qêrîn got, ew tecrîdkirina li ser Rêbertiya xwe qebûl nake. Li Amed, Gever, Qoser, Cizîr û tevahiya meydanan yek deng hebû. Ew jî azadiya Rêbertiyê bû.”
Paşê hevserokê FEDA´yê Demir Çelîk got: „Miletê me hesreta xwe ya ji bo azadiyê li meydanan bi coşeke mezin îfade kir."
Dinya jinên Kurd mînak dibîne
Parlamentera federal a Partiya Keskan a Elman Deborah Duringli ser dikê axivî: “Jinên dinyayê, jinên Kurd ên ku bi slogana Jin jiyan azadî, li meydanan doza azadiyê dikin, mînak dibîne. Bi têkoşîna xwe hûn ê teqez bi ser kevin.”
Parlamenterê federal a SPD’ê Kaweh Masoori jî got, "Gava min ev civak û ev coş dît, êdî dizanim bi îradeya xwe ya ku hûn ê 14´ê Gulanê nîşan bidin, hêvî dikim ku hûn Erdoganê rastgir di dîrokê de veşêrin. Ez dixwazim ku hûn zanibin, em weke Partiya Sosyal Demokrat, di hilbijartinên li Tirkiyeyê de destekê didin Partiya Kesk a Çep yanî here wiha nûneriya Kurdan.”
Bi hev re wekhevî
Serokê şaxê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) ê Frankfurtê Philipp Jacks jî got, "Gelê Kurd îro ji bo mafên xwe bi dest bixe, li dijî newekheviyê li heybet li ber xwe dide û berdêlan dide. Li dijî neheqiyan em ê bi we re têbikoşin û wekheviyê bi ser bixin.
Wekî din peyamên miletê Tamîl, girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê jî hatin xwendin. Li ser navê PJAK´ê Mistefa Ebdulah Siltanî got, "Newroz, îsal bi ruhê ‘’Jin, jiyan, azadî’’yê tê pîrozkirin. Di serî de Rêber Apo, ez Newrozê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim."
Kurdistan bû yek
Bernameya ser dikê ya Newrozê çar parçeyên Kurdistanê kirin yek: Mizgîn Tahir, Hesen Şerif, Kevana Zêrîn, Diyar Mehrovi, Lale Koçgun, Mustafa Dadar, Firmêsk, Xalid, Behar Heme Shwani, Serhad Med.
Heyva Sor her xebitî
Yek ji saziyên li meydanê herî darîçav, Heyva Sor a Kurdistanê bû. Xebatkarên wê li meydanê alîkarî berhev kirin û li dezgehên wê jî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî hat berhevkirin. Jixwe Kurdan jî yek kêliyê xwe ji dezgeha Heyva Sor dûr nekir û ji mexdûrên erdhejê re bûn pişt.
Bi dehan dezgeh li meydanê hebûn. Ji bo dezgeha TEV-ÇAND´ê elaqeyeke mezin hebû.