Saziyên navneteweyî yên bi navê Maat For Peace, İnternational Alliance for Peace û Development and Human Rights bal kişandin ser felaketên li qadê şer û polîtîkayên dewletan ên kujer rexne kirin. Di çalakiya protestoyî ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê de nûnerên ji Kurdistan, Srîlanka, Nîjerya, Sûdan, Yemen, Somalî, Lubnan û Sûrî beşdar bûn. Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê dibe ser Kurdan jî hatin protestokirin. Pankartên hovîtiya dewleta Tirk nîşan didin jî di çalakiyê de hatin hildan. Li ser navê Kurdan Hevseroka Meclîsa Gel a Lozanê Nezahat Erguneş û ji Komîteya Karê Derve ya Cenevê Ramazan Baytar axivîn û bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk li ser jinan û polîtîkayên wê yên bi armanca qirkirinê. Nûnerên gelên din jî axivîn û gotin, em giş bi hev re, aştî hema niha.

CENEVRE