Meşa Azadiyê li paytextê ye

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:52

  • Meşa Azadiyê ya Mezin li gel hemû astengiya polîsên Tirk jî gihaşte Amedê. Rêwiyên Azadiyê û gel bi dirûşma ‘’Bimre koletî, bijî azadî’’ heta bi navenda bajêr meşiyan. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir li dijî astengiya polîsan got,’’Hûn nikarin bi polîtîkayên bêzarkirinê rê li meşa me bigirin.’’

Meşa Azadiyê ya Mezin a Rêwiyên Azadiyê piştî qonaxên li bajarên Bakur gihaşte paytext Amedê, keleha berxwedanê.

Piştî ku Meşa Azadiyê gihaşte Amedê polîsên Tirk hewl dan ku meşê asteng bikin û provaksyonan bikin lê Rêwiyên Azadiyê bi hoparlaran bang li Midûrtiya Polîsên Tirk kirin, ku ew sûc dikin û xwestin ku polîs vekişin.

Dayikan jî bi strana,’’An mirin an Diyarbekir’’ bersiv dane gefên polîsên Tirk. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan rahişte hoparlorê, got,’’Midûrtiye Polîsan, hûn sûc dikin, ji vir vekişin.’’

Her wiha Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li vir bang li gel kir û wiha got: “Ev meş wê bigihije armanca xwe. Me heta niha tu carî li hemberî zextên we serî netewand û em ê netewînin. Hûn nekarin bi rêya van polîtîkayên bêzarkirinê rê li ber gelê me bigirin. Em li vir bi hezaran kes in.” 

Piştî helwesta biryardar a Rêwiyên Azadiyê, dayikan û gel polîsên Tirk mecbûr man ku bi paş ve vekişin.

Rêwiyên Azadiyê û gel ku li Navenda Kargehan a Ceylanê gihaştin ev dest bi meşê kirin.

Gel dema ku gihaşte Ofîsê şêniyên Amedê yên li kolanan û li avahiyan bi çepik û lîlandinan destek dane meşê û bi dirûşmeyan hate gotin,’’Bimre koletî, bijî azadî.’’

Meşvanên Azadiyê yên derketin ser kelehê, li vir ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan beşek xwendin. 

Dîroka di rojê de veşartiye

Rêwiyên Azadiyê Duşemê çûbûn Keleha Zerzevanê beşek ji pirtûka Rêber Abdullah Ocalan xwendin: “Projeya çareseriya demokratîk a gelê Kurdistanê mirov kelecan dike. Çawa ku Kurdan di pêşxistina şarirstaniya civakî ya çînî û bidewlet a Sumeran de roleke sereke lîstibin û sûdekî mezin dabin dîrokê, di roja me de jî di senteza Heleneke nû de nasnameya Rojhilata Navîn dirêsin. Wê ‘Teşî’ya Kurdan bigere û Rojhilata Navîn bigihîne serdema şaristaniya demokratîk. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku ‘nebin xulamên Gilgameş û Îskenderên nû.’ Armanc ew e ku îcar bibin çavkaniya hêviya şaresitaniyê ya tevlibûnên gelan ên bêyî efendiyan. Taybetiyên gerdûnî di hembêza xwe de stare dike û di şeveqa ‘şaristaniya demokratîk û ekolojîk a gelan de’, tîrêjên ewil ên ronahiyê carek ewil bidin. Çîroka çanda mirovahiya îro afirandî di vê xakê de veşartî ye. Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşarî ne.”

Ber bi welatê roj lê naçe ava..

Baskê meşê yê Qersê jî Duşemê li Êlih û navçeya Bismil a Amedê bû. Li her du navendan jî meşvan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hevdîtina li Êlihê hem ji hêla pankartan hem jî ji hêla pêşwazîkirinê de yek ji cihên herî rengîn bû. Meşvanên azadiyê bi pankarta ji gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Em ber bi azadiya ku roj lê naçe ava û kulîlk lê na çilmisin ve dimeşin” pêşwazî kirin.

Rêwiyên Azadiyê piştî Êlihê hatin navçeya Bismil a Amedê. Rêwiyên Azadiyê li cadeya sereke ya navçeyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî azadî, bimre koledarî” meşiyan. Destûr nehat dayîn ku gel û meşvan li pêşiya avahiya DEM Partiyê hev bibînin. Dayikên ku di destê wan de qurnefîl hebûn, di nava dorpêçê de bênavber dirûşm berz kirin. Tevî hemû astengiyan jî dayikan qurnefîl gihandin Rêwiyên Meşa Azadiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.