Meş wê 8’ê Nîsanê bê pêkanîn

Nûçeyên Dîaspora

În 10 Sibat 2023 - 08:53

Kongreya Civakên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ragihand ku meş û mîtînga navendî ya ku dihate plankirin ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê di 11'ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, ji ber erdhejê ji bo 8'ê Nîsanê hatiye paşxistin.

Hêrsa me gelekî zêde ye

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de wiha hate gotin; "Weke ku tê zanîn, erdheja ku li Mereş-Bazarcix-Elbistanê qewimî li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojavayê Kurdistanê bû sedema felaketeke mezin û hêrsa me gelekî zêde ye. Ji ber ku zanyaran beriya niha hişyarî dabûn ku ev felaket wê biqewime, lê hikumeta AKP-MHP'ê ya rantxur û talanker li şûna tedbîran bigre, bi polîtîkaya rantê û bombardûmana li Kurdistanê rewşa xwezayî ya Kurdistanê têk bir. Ev yek  polîtîkayeke komkujiyê ya hikûmetê ye.

AKP û MHP mirinê li ser me ferz dike

Ev hikumet ewqasî bêexlaq, bêwicdan û dûrî nirxên mirovahiyê ye ku di felaketên xwezayî de jî bi hiqûqa dijminatiyê nêzîk dibe û mirinê li ser mirovên me ferz dike. Em ê gelê Kurdistanê ji bextê vê hêza faşîst a ku dijminê Kurd, Elewiyan û mirovahiyê ye re, nehêlin. Bi hemû saziyên xwe li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê ji bo birîna mirovên xwe bipêçin, bi rihê neteweyî, em ê bi şev û roj bixebitin. 

Em seferberiyê radigihînin

Ji ber vê yekê jî em meş û mîtînga 11'ê Sibatê ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û misogerkirina azadiya Rêber Apo lidar bixista, ji bo 8'ê Nîsanê paş dixin. Divê bê zanîn ku her pirsgirêk, êş ên li Kurdistanê ji hev cuda nîne. Vê felaketê bi şênberî nîşan da ku dewleta Tirk a mêtinger bi hiqûqa dijminatiyê nêzî her tiştên me dibe. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir divê em îro xwedîderketina hevpar, bi zanebûn û rêxistinî mezin bikin. Lewma ji bo pêçandina birînên mirovên me yên mexdûrên erdhejê em ê bi hemû sazî û rêveberiyên xwe seferberiyê ragihînin û bixebitin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.