Mem û Zîn û Claudia Roth

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Gulan 2023 - 05:28

LUQMAN GULDIVÊ

 

Beriya hilbijartina 14´ê Gulanê min behsa şanoya li ber romana Bextiyar Elî, Dagirkirina Tarîtiyê kiribû û pê re jî behsa qismek ji operaya Mem û Zînê. Jixwe, li ser weke opera sêwirandina Mem û Zînê jî ez bi derhênerê wê Ihsan Osman (Ihsan Othman) re peyivîbûm. Ihsan Osman her wiha derhênerê Dagirkirina Tarîtiyê bû û ez heqê wî nexwim, sêwirandina çîrokê li ser dikê bi awayekî serketî û besît kiribû. Ji projeksiyona demê ya li ser dîwêr a modern, heta bi refaqeta piyonoyê ya klasîk, gelek hêmanên şanoyê bi kar anîn û bi rêya dikeke ku digere jî, bê perde karê xwe biribû serî. 

Herçî operaya Mem û Zîn e, min di nûçeya xwe de jî behsa wê kiribû, hin nakokî, gotegot û tohmetan, beriya nîşandanê siya xwe bire serê. Di sohbeta bi Ihsan Osman re gava min bal biribû ser meselê, wî got, weke derhêner libretto û beste hatine ber wî û ew jixwe ji berê ve ji karekî welê re hazir bûye û di şanoyê de jî bi Ehmedê Xanê û Mem û Zînê berê daketiye. Li ser tohmetên sopranoya Kurd Pervîn Çakar jî, wî eşkere got, heke heqekî wê li ser "min" hebe, fermo, "ez li ber hazir im".

Lê axir tohmetên Pervîn Çakar bêhtir li dijî "produktor" bûn. Piştî nûçeya sohbeta bi Ihsan Osman re, Pervîn Çakar bi nameyekê, careke din ew tohmetên xwe bi bîra me xistin. Wê digot, Dara Kutlay fikra wê û projeya wê diziye - tevî ku Zelal Sever jî weke produktor xuya dike, Pervîn Çakarê navê wê hilnedaye. Dara Kutlay jî piştî weşandina nûçeyê û piştî nîşandana qismekî ji operayê 13´ê Gulanê, bi telefonê li gel min peywendî danî. Wî îdîa çawa ku berê jî bi daxuyaniyekê dabû zanîn red kirin. Wî qebûl kir ku li ser Mem û Zînê peyivîne, û wan ji Pervîn Çakar xwestiye ku ew bibe Soprano jî. Heta li ser pêşniyaza Pervîn Çakarê, ji bo nivîsandina librettoyê wî li gel Selîm Temo peywendî daniye, lê ji ber ku wî gotiye, ew nizane libretto binivîse û lazim e were perwerdekirin, û bi ser de jî doza heqdestekî zêde kiriye, Dara Kutlay li alternatîfan geriyaye. 

 

Siya gotegot û tohmetan li ser operayê

Dara Kutlay dibêje, hem libretto û hem jî beste wî dane çêkirin û pêşniyaza ku di operayê de cihê xwe bigire ji Pervîn Çakar re biriye û Pervîn Çakar destpêkê qebûl kiriye, paşê red kiriye. Bi her halî siya van tohmet û minaqeşeyan bivê nevê li ser operaya Mem û Zînê heye; lê diyar e, herçî beste, libretto û derhênan e, yên Cem Îdîz, Cuma Buynukara û Ihsan Osman in. Yê ku çalak proje pêk aniye jî Dara Kutlay e. Li gorî îdîaya wî, fikra projeyê ji sala 2014´an ve pê re hebûye. Jixwe hîna proje weke opera nîşandana Mem û Zînê neçûye serî; wê çawa biçe serî yan jî na, em ê siberojê bibînin.

 

Rojnameya me xelkê dibe operayê jî

Em li nîşandanê vegerin. Hin aboneyên me piştî ku nûçe xwendibûn ji bajarên Mainz, Darmstadt, Frankfurt û derdorê hatibûn li 6 stranên vê operayê temaşe bikin. Qederê nîvê kesên hatî, bi rêya aboneyên me hatibûn seferberkirin. Kêfa hemûyan jî hatibû, rûyê wan li ken bû û razî bûn. Bila ev bibe têbîniyek li vê deverê ji bo hilberînerên huner ên Kurd; Rojnameya PolîtîkAzad û Yeni Ozgur Politika, ji bo ku hûn xwe bigihînin temaşevan û guhdarên huner ên Kurd, yek ji rêyên herî bikêrhatî ye.

 

Diviyabû baştir be

Lê gava mirov bi çavekî hunerî li meseleyê binihêre; min di cih de ji hunermend Ferhat Tunç pirsî: "Xweş bû, lê diviya baştir bûya." Diviya baştir bûya, yanî tenê li ber piyanoyê, û çîrok gotina du kesan, 6 stranên ji operayeke bi 11 stranan, kêm bû.

Ez jî ya xwe lê zêde bikim; di warê deng de weke soprano Pervîn Çakar wê serketîtir bûya ji Ozlem Bulut a ciwan. Herçî tenor bû, ew ne Kurd bû; helbet ev ne mesele ye, lê tenorê min û te Angelo Polak, nekarî hin dengên Kurdî telefûz bike û bivênevê, vê yekê guhên ên weke min li Kurdî pelbûyî, aciz kirin. 

Di xwendina çîrokê de, yanî ew kesên ku moderasyon dikirin, lazim e ez gotinekê li ser wan jî bikim. Yek ji wan Kaval Sitqî bû. Gava wê ji orîjînala Mem û Zîna Xanî dixwend, wê bi aksaneke diyar a Farisî dixwend. Min ev yek ji wê re jî got, ew li xwe mikur hat ku demekê li Îranê maye û tesîra wê manê li ser wê çêbûye. Min ji wê re jî got, Farisî şekir be jî Kurmancî jê şîrîntir e.

Li nîşandanê gelek rêveberên navendên huner ên ji Elmanyayê jî hazir bûn. Êvarê gava Dara Kutlay telefonî min kir, wî got, stranên ji operayê hatine ecibandin û dibe ku di sala huner a bê de (2023 û 2024) operaya wan bi orkesrtrayeke 47 kesî û tîmeke ji 115 kesan li yekê ji van navendan bê nîşandan. Xuya ye ku wan dest bi hevdîtinên ji bo vê yekê kiriye. Yanî diyar e ku ev nîşandana li Wiesbadenê tenê ji bo peydakirina fînansekirina projeyê bûye.

 

Ewên ku ji kitêban ditirsin derewan jî dikin

Piştî nîşandana saetekê ji operaya qederê 3 saetan, panelek hat li dar xistin. Esas min nedixwest li vir behsa wê bikim. Lê ji ber ku endamê rêveberiya "Civaka Kurd li Almanya" Mehmet Tanriverdi, behsa hin meseleyên çandî, helwêsta hikûmneta federal a Elman û wezîra çandê ya federal Claudia Roth kir, ez ê li vir behsa pirsa xwe û bersiva wê bikim. Tanriverdi di dema axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku ew wezîr Claudia Roth dibînin û pê re dipeyivin. Min jî jê pirsî ka di van hevdîtinan de ew pirsa girtina Weşanên Mezopotamya û Mîr Music Productionê dikin yan na; mane bi sed hezaran kitêb hatine desteserkirin. Tanriverdi got, erê haya wezîrê ji meselê heye, lê wezîr xanimê ji ber ku dozeke dadweriyê ye û dadwerî li Elmanyayê serbixwe ye - wî peyva, şikir serbixwe ye, bi kar anî - nexwestiye li ser mijarê fikra xwe bibêje. 

Gotina min ne ji Mehmet Tanriverdi re, lê weke siyasetvanekî dehên salan, diviya ew jî pê zanibe ku biryara girtina Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Music Production, ne biryarên hiqûqî ne. Her du jî bi fermana wezîrê karê hundir ê federal ê berê Seehofer hatin girtin. yanî biryareke siyasî ya hikûmeta beriya niha bû. Hikûmeta îro ya ku Claudia Roth tê de wezîre dikare vê fermanê betal bike, lê nake. Heger ew bersiva li jor dabe Tanriverdi, bê guman wezîr Roth derewan dike. 

Wezîra ku hikûmeta wê bi sedhezaran kitêbên Kurdan desteser kirine, li Berlînê 10´ê Gulanê got, "Peyv, wêje, kitêb tehlûke ne ji bo otorîte, dîktator û otokratan. Kitêb û wêje dengê demokrasiyê ne." Wezîr xanimê, de ka tu bi sedhezaran kitêbên Kurdan serbest bike, û bes e ji ber gotin, peyv û rêxistina civaka sivîl siyasetvanên Kurd bi rêveberî û endametiya rêxistinên terorê gunehbar bike. Eyb e tu jî halê hazir ji wan wezîran î ku hikûmeta wê ji peyv û kitêban ditirse. Hema qenciyekê bi xwe û bi hikûmeta xwe bike, bibêje, "Bes e sibhanela, ev 30 sal in em zilmê li Kurdan dikin. Ma heta kengê?"

Qet nebe Mehmet Tanriverdi wê întîbayê bi me re çêdike, weke ku tu vê qenciyê dixwaze, lê ew hêza hikûmetê bi te re nîn be. Lê deqekê?! Wezîra federal a hêja, tu wezîra hikûmetê yî! Ew hêz bi te re heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.